Xwedan doz im


Mihemed Eliyê Hesso

Kevokên kedî … xwe li ber te xistin … te lêv qurmiçand
Bê şerm û fedî … lê nebû xwedî … wilo çûn û çûn
Man dilşikestî … êdî ne ponij … ma girara rij

Dilê têr evîn … tevde bû bi xwîn … bes xewna bibîn
Axivîn birîn … koça barkirin … tu ma li wara
Destê bin kevir … te b` serê xwe kir … neke çirre çirr
Çavên reş belek … ew zilfên xelek … ew bejna bala
Rinda hevala … te dev jê berda … pere pê neda … ma destê vala
Ji mêj ve derfet … bi destê te ket … qîma te nehat
Tu bi dû neket … çima malneket?
Ka zendan vemal … temenê te çû … vaye heştê sal
Wilo ma betal … bê xaltîk û xal
Kovan û keser … wer ma der bi der
Na, ne sêwî me … ez ne rêwî me
Tîşkê Cûdî me … tije hêvî me … tê dighêm kîme
Bê erê û na …wek gava pêşîn … bi vîn û biryar
Li dozê biger … li dor  xwe nener … dostê can bi can … tim li wî veger
Welatê pîroz … hizza axa te, min ew berneda
Min ew derneda … tê nabuhêrim … radest nabim ez
Destegul min girt, evîna dayê … jê venagerim
Cîhan hilweşe … ez jê nagerim
Xwedî doz im ez … tevde hinerim
Bi coş û şadî … heya azadî
Heya mirinê … çav li kirinê.

21.03.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Yusra Zibêr

Bi pênûsa xwe ya nenas binivîsînim

Xêzên winda li jiyanê birêsînim

Armancên dûr tev keseran bihûnînim

Li asoyan tîpên nexwya bi civînim

Rewşa tarî ji jiyana xwe dûr xînim

Demên bûrî dev sawêran binerxînim

Hêdî hêdî pêlê derya bi hejînim

<p...

Burhan Hesso

Bitenê,
tê here nemaya xwe,
ja tijjjjjjjjjje tunebûn, çendîn rêka goristanê dirêj be
Tu nawestî
Mîna laşekî vala , ji goşt
Ji hestiyan
Ji xwînê
Ji rehan
Tê laşê xwe ê westiyayî ji xwe deynî,
bi kenarê xemgîniya xwe ya kevnar ve daliqînî!
Û bi kurepist, tê ji xwe bipirse
Qey tu Dîn î ?
Xwe nabîn î ?
Ev çi kîn î ?
Loma wilo bêmirês î
Û…

Yusra Zibêr

Dinavbera dan û standina ku îro li kolanê kurdî tê kirin piştî rûxandina rêçîma Esed ewe yek rêziya kurdî dinavbera hedû beşên serkede Enks û Pyd ê

Lê gelo doza yek rêziyê durste ?
Bo çi em nabêjin lihevkirin û rawistandina li ser kêşa netewî ya gelê kurd rûnên?
Ji ber ku îro derfeteke girîng hatiye holê…

Birêz nûnerê Emerîka
Birêz nûnerê Ferensa
Birêz nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî
Silav û rêz

Di destpêkê de, em hewlên we ji bo yekrêziya siyasî ya Kurdî li Sûriyê bilind dinerxînin, û em vê nameyê di derbarê kesûkarên xwe yên wendakirî di zindanên QSDê de arasteyî we dikin.

Birêzino,
Hîn çarenivîsa kesûkarên me di zindanên QSDê de, ji dema revandina wan ve û…