Helbest u pexşan

Elî Kolo

Welatê min dîrokek ji xwînê
Kêf û xweşî nedî li vể jînê
Herdem bin destî xemgîn ũ mestî
Kuştin ũ lêdan lê kes napirsî
Mahabad xistin bin ar ũ hesin
Qadî jî kuştin zulma xwe hiştin

Ameda paytext xistin bin agir
Hebsî şewitîn dijmin weke gur
Helebça ũ xormal ezman bibũ ar
Kesî nego na lê çibũ hewar
Qamişlo jî dî kuştin ũ zindan
Bijî…

Simko

Min ji te heskir
û ez bûme evîndarê te
Roja pêşî kû ez bîrewer bûm
Da bibim vîndar
Û bibim vîndarê te …

Vîndarê xaka te …
Vîndarê vîstevalê te …
Kû di bin siya şevên newroza de
Di hatin damezrandin.???
Li kengelo …tilêlûnê…???
Zixata kul û xema…???
Bi dengê tilîlî yên jina…??
Helbest min dixwendin.??
Wê hingê min ji te heskir.?
Û ez bûme vîndarê te!.?
Û te…

Helbesta:Besam Mistefa

Bi peyal ên berbang a şîrmij ve
Dil ,
Dilê keserzan
Tête şuştin..
Gendî
Gemar û
Guneh

Di noşava tîr a kevnar ya
Elenda nûşiyar de dihilin û
Bi ta yên reşahiya mayî re
Têne rapêçandin
– mînanî masiyên ter di tora Xwedê dikevin-

Berbang e !

Êdî ronahiya çavan zelal dibe û
Di dilê zamdar de…

Silêman azer

Xwezî 1

termê xwe bixweziyan
pêçabû
peravên bajerekî
hêc dikirin

Xwezî 2

vedengên winda
ji xweziyên te
xewa bêdengiyê
kerkirin

Xwezî 3

ji zayîna xweziyan ve
laşê min bendek
û pêçeke
ji hejandina wan re

şev 1

welatek
di tûrikê
penaberiya xwe de
dihilgirt
bû reşkê şevê
ser sînoran

şev 2

yê dergekê şevan
vekir
di şopikên wê de
winda çû

yarê 1

yarê
li ser kenarê bêrîkirinê
torên nerînan
dihilweşînin
demên westiyayî
ji bendewariyê

yarê 2

yarê
keziyên ku ji ber pencên
bahînekê
direvin
nêçîrvanê
xilmaşiya şevê minin

Bavê Helbest
Helbestvan-98@hotmail.com

Seyda serî danî ji nav kurdaAxîna millet hewar û qîrînWelat bi carek xwe reş girêdaZarok û mezin pîr û ciwan digirîn
Ji me sitandiye goristanêHelbestvanê mey hêja Cigerxwîn

Şînê daniye li kurdistanê
Hêsir weke baranê dibarinAva çem û kaniya rawestiyanBilbil dil bi kul bû, hew dixwîne gul çilmisîn, dara xwe weşandin deşt û çiya û zozan dinalinJîna…

Ezîz Xemcivîn

Dîsan dilê min
nale nalê dike;
vê êvarê çeleng û Çikçikanê
Yana Cîhad ji nav me bar dike..!!

Li bavê Felek dibe mêvan,
li ber tembûra wî
goga xwe bilind û dûr davêje,
stêran şiyar dike…!!

Ji nişka ve
dengê stranekê tê
“nalînek tê guhê min,
lê winda û nehan e…
agir berda dilê min,
tev bû pêt û duxan e”

Lîzgeh li ber te…

Xizan Şîlan

serpêhatiyên nependî
di dirindeya daristana giyanê min de
veşarti
xem û xeyalên bizdonek
li tenetiya şevan
tên pêşwazîya min
di bêhntengiya xwe de

 

têm guvaştin
mij û dûmana erjeng
deşta mêjiyê min
girti ye
aramî û hêviyên min
li talana jiyanê
dîl hatin girt in
min
bêçaretiya keştiyê
ber bi kersaxa asîmanê xwe ve
zivirand
berê xwe ber bi qibleya laleş ve
diguhêrim
li şevereşên şilf û tazî
rondikên çavên Dilberê
diniqutin
dilê min yê birîndar
nîgara Dilberê
li…

kurdyar dirê,î – amûdê

Were … were lêêêêEvîndarê Evînî ser gêj dikir Ser kêşê cenga dilan Nêçîrvanê kovîawiran Xifşên xezalên Li sînga nazenînan
Kojayê kenê Pir dêmgulên

bi dirêjiya vexwarina
peyalek mey pêve cihê wan didil wî de ne dimarêwiyê ji kanîyekê diçû kanîyeke din û li ber tu avan ranewestiya bêdilê li ber tu hêsiranne liviya di derya…

Simko

Felek bo çî ho li min kir
Ez berdame li şûn ware
Nema kar im jêre bê jim
Vîna xwe ya j berî pare

Evîna wê dilê min sot
Ji bona wê bom hejare
Hinav û dil agir pêda
Nema j min tê navê kare

Yezdanê vîn vîn veşartî
Xwedyê vînê ber dîware
Li ber dîwar raman dîbe
Liser vîna xwe ya pare
Kul û derda dilê…

kurdyar dirê,î – amûdê

Dema min tu dît
rûyê xweda
diherdû Çavên tede
rû liken min didît
xanimamin
tu li kube … jibîr meke
heye livir evîndarek
tu tim di dil wîde dijî

Şevê pêde dinûse helbestan
û pênûs xamê ji hêsiran dibî
Dema min tu dît
Ji nava dilêmin refên kevokan
Firyane … firîn
Buharek li…