Xelîl Sasûnî
Di helkefta yobîla zêrîna damezirandina partiya Demoqrata kurdî li sûriya yê, ez pêncî qevdê gulên rengînî diyarî partî bi rengekî taybet û hemî tevgera kurdî bi rengekî giştî dikim.
Helbesta min diyarî geyanî şehbazê partî, hozanê bi nav û deng, mamoste yê pêşîn, yê ku kelpîçê yekemîn di hîm û binyatê avahiya partî…
Simko
Evjî baxê dîlberaye bilbilo têde bixwîne
Rengê dara tê de şîne pirpirî her lê civîne
*********
mûm û findê perî cana li hawîr dorê ronîne
wê çi çêbe gelo carek li bexçê min jî bi xwîn
*********
gul û kulîlkê renge reng hawîr dorê min tijîne
çiyayê min poz bilindin şêr û piling lê bezîne
*********
kaniyê min pir tezîne gelî têde xemilîne
ware min…
Siyamed Sîpan Ugurlu
Di avzêma neqşa dilê welatê bê sînor de şîn tê.
Hezar hest
Di bêdengiya biyanîbûna min de tazî dibe.
Hezar gul
Dikeve pêşbirka bi rûkenkirina xemsariya welatê min.
Hezar dil
Hêviyên xeniqandî ku di bêrîkên xeman de dinale bi jiyan dike.
Hezar hêvî
Berbi azadiya welatê min ve difire.
Hezar hêvî
Kaniyên rondikên şadbûnê di dilê zarokên welatê agir û rojê şîn…
Berhîm Qََasim
Îro gerek çûbam bi lez rastî perîşanim bira
Dax û birîn her bûn gelek rastî bi nîçanim bira
Xo ber didin dil û ceger pêt û şewat gel vî dilî
Rawest nebî carek gelo îro benî canim bira
Xemgîne îro ev jiyan rastî ne ma l- hev têkilî
Min her dixwest jiyan gerek çawa ne rêzanim bira
Têkil…
Ejder Robarî
Mela! dinya ne wesa ye
Di hundir de te paldaye
Çav xelmaşe ne razaye
Çima ti ranabê mela?
Mela çima ti ranabê
Toba te qet qebûl nabê
Heger karêî te weha bê
Riya te windaye mela
Rabe zûka xwe kar bike
Milet ji xew şiyar bike
Tê hinge hosta bê mela
Mela rabe ti hostayî
Çima wilo ti di xewde mayî
Pez bêserî ma berdayî
Şerm û…
Idrîs Pîran
Nîv helbestek gotinî ji bo lêvegereke kurdî .
Dil germiya partî zanan .
Û çewtiya ber pirsyaran .
Ez jî wek gel dizanim .
Û helbet gel hemû dizane .
Bê çawa .
We em kirne pare par .
Bê hêz kirne .
Bê dost û yar .
Hêvîna me .
Ne dişkest .
Îro bû .
Diwazdê avdar .
Ber pirsyarno…
Elwan Şivan
Zor
ciwan nazik zirave
Kewser û zimzim û sîmave
Por libe zêrîn solave
Sibhan ji hisna te reb
* * * * * * * * *
Rûkenê fener di shevê
Ezmîn ûberbang û heyvê
Kehniye gezo di devê
Binghe xêza te reb
* * * * * * *
Sohtîya dil be awire
Bejin ji mûme pencere
Ahîn ji derbe xencere
Serwer û…
Ibrahîm Ebdî ( Keser )
Cejna we pîroz be
Zarokên cihanê
Jînek bê aloz be
Gulên vê jiyanê
Şahî û newroz be
Lê bikin seyranê
Şahî û dîlan be
Jîna we her çaxa
Bi gul û reyhan be
Kulîlkên ser şaxa
Tim kêf û seyran be
Li nêv rez û baxa
****************
Weke hev bin her kes
Bê setem û bê zor
Ereb ,Tirk û…
Bêwar Brahîm
Pêngav bi pêngav … li pey ronahîya azadîyê ,
Qamişlo , xwezîyan dike gilî û gazî …
Li nav toza oxirên bê dawî ,
Di gel rijandina stêran jî ,
Lê…, ew Stêran ji asmanê xwe narijîne ,
Li ber pêlên mirinê ,
Ew stêrên xwe , dispêre asmanê sermedîyê ,
Hefsarên şînîyên hêsir gerim û
Şivîlek û dolikên…
Dildar Ismaîl
Çira nevemrîne dayê
Evîndarê hêstirên teme
Birîndarê dûrbûna teme
Dinalim û dibarînim
Hemî şev li min sarin
Roj li min barin
Dayê tû nexweşî li te dipirsim
Çawa ezê te bibînim
Dûrim ji te sînor dirêjin
Min tû nedî temen dibhure
Dilê min are jiyan kore
Dunya çi zanê
Canê tev birîn
Gunhehkariya min çibû
Rêça rojê herdem tariye
Kêlên birînê dijwarin
Vê carê tû bimîne
Hêvî herdo çav…