Helbest u pexşan

rewşa min

Rêwî Girpirî

Goristana kul û derdaye hestè min
Deryake bè biniye ramana min
Solav û cobarin hîsir li çavè min
çûkè bask şikestiye rewanè min
Dayik û evîne welatè min …
Wek pir ji kurda bume rewi
Dûrim bi tenè bè xwedî
Wek vî barî giran tucari min nedî ..

pişt li min şikand
û jiyan li min kir girî
bese dil derkev ji vî halî
xwe derxe ji kûr newalî
te ez kirim pîre kalî  ..
bibhûre dil li va gotina
peyvè min ne ji dil derketine
ez mest û gèjim
çendî bèjim
behwerke dil ez ji dil nabèjim
nexweşim û birîndarim
bè kesim ez bè hevalim
ma ne bese jîn derd û keser
di kulade mam ez ta kemer
pir dibèjin xweşe
lè min jè ne behwere
goristanek tariye
bè gor û bè kèle
mirin tède tè yekî ji hemî hèle
rewş xweşe ji xelkère
lè ji minre bè kère …?

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…