Helbest u pexşan

Rizgar Kurdaxî

Bi hêviya ku wekheviyekê binzemînê de bibînin
Çavan dadimirînin
Dilan radiwestînin
Bi dilsarî xatir dixwazin
Êgir dilê mirovên xwe de gir dikin
Û bi hesreta tunebûna hezkirinê
Ji vê jiyana mafxwar bar dikin……

Ji daykbûnê de diqîrin
Bêmaf
Bêziman
Bêçav
Û bêkes dijên
Û hîn di ber candanê de jî nikarin rastiyakê bêjin
Xudêyo ev ne mirov in
Ne bi dê û bav…

Selah mihemed

Xwe bi ser min de tewand
Bejin û bala xwe livand
Bakekî tenikî xweş
Wê bi ser minde weşand

Li min zîvirî canê
Mîna tayê rîhanê
Hatin pêşber herdû çav
Awirek limin kişand

Bi awira wênî tûj
Dîwarê dilê min xist
Mêlaka min pêre bir
Sewdanê min şewişand

Dêm ji sêvên xelatî
Lêv ji qend û nebatî
Ew peyvên hingivînî
Bayê sibare dişand

Konê Reş

Em zarokên Kurda ne
Ji bê pirsî winda ne
Kesî haj me tunî ne
Va em jî reben ma ne

Cejna zarokên cîhan
Ji mafê me ye dîlan
Em jî bi kêf û şadî
Bi raqisin bi lîlan

Lê mixabin sed carî
Jiyana me reştarî
Ya heval û hogiran
Buhar li wan dibarî

Zimanê dê qaçaxe
Bav bi nalîn û waxe
Wa Netewên Yekgirtî !
Ji vê rewşê me…

Bihrî Bênij

Dilbera min …!
Goriya pevçûna çeteyan…!
Ti revandin..
Badeya mihacirîyê dane te..

Tiserxweş û bi paye kirin…
Ti ser cokên sînoran re derbas kirin…
Ser baskên derew û sextekariyê..

Ti hûrkirin, ti darihtin qalibekî din..
Ti dûr kirin ji min ..

Belê… min zanî bû tê bê..

Hîna çira jîna min pêketî …
Di heja pêtiya xwe, ya li ber vemirinê..

Di…

Xemgîn Remo

Banga te
Li guhê min
Dengê berbangê ye
Dilê xewar ji sed xewnî
Dike hişyar …
Sofî yê lerzok
Bi lez û bez

Berî dide mizgefta evînê
Du çavên te quble-gahin
Û navê xwedakî ne diyar
Li ser enî ya te
Ez dixwînim
Lê her ku nêzîkî te dibim
Navbera me
Timî dîwar .. timî dîwar …
Banga te
Bêhna payîzê ye
Xwîna pezkovî…

Bêkes Têlo

Sosina min Dua
Lêborîn…. ji gezên minî lawirane.
Salên bihûrî
Di goristana sirgûne
Dibînim bi pencera çavên te….
Ser vê xaka dem têde bê lebate,
Gurz bi gurz libên barana
Çavên xwe pêşkêşî
mirîşkên serhildêr….dikim!!!!!!!!!!

Ji evîna berbanga malzarokê
Hatî bi qêrîn…û çûyî bi qêrîn di qada şêrîn.
pinpinîka min
Wisa dijî ser axa
Xwînkirî
Bê razan û hedan,
Roja te dizîn
Bi qeremûşkên …koleperest.

Dilava min….
Didim…

Bihrî Bênij

Şêxê min şêxê şêxan li vî warî
Min rexne kir bi tundî û bi dijwarî
Pelû dibû her sehne û her cîwarî
Xwe ne veşart pişt ti perde,ti dîwarî
Bang kir gelê di çû pey şêx bi hevsarî
Dijî qesabên ser milet kirin tarî

Bin eşkencê can çû bihişt payedarî
Xemilî bi şûna daran ji zordarî
Amade bû ji zindanê …

Elî Kolo

Pişt î sala tu tê dilo Geşdike jiyana min Gul û çîçek û beybûn
Tu rêzdike li beryamin
û şînahiyek bê dawî Berdide nav xewnê min Mane gulê bi çûna xwe Zuhakir kaniyê min

Hest û dîdar û hêvî
Nemane li buharê minDûr bikeve ey lo dilo
Bûme kavil wey limin
L-kolo@yahoo.com

Tengezarê Marînî

Rojan bêy te dibuhurînim,min têderxist,rêça ber bi te ve,bêav eez mişt rondik im,

Spasbi rê ve diçe
hêdî hêdî,navê wê dizanimbi navê wê bang dikim.
RonîSîberNemukurhatinNuxmandinKovîPêjna bayî dikim,pêjna dengê teli pey tesîber vêdekeve,xewn xurrû yeronî parçe dibe
giya dilivemêvanê xewnê ye,fîgurahîna rojêpêjna dengê tespas.
Duhok, 05.05.07
———-
Dengvedan

Şev,dibihîzî?Nuha şev diçeLi daran xwe dialîne,straneke bêdengşemalk û bayê payîzêtu dengê şevê…

Mervanê Keleş.

( ! )
BEJNA CIBBA ŞÊX !!
Ji bo Maşûqê xiznewî.
PEYVA te ya li ser vê hewara wê derengiyê wê serdema vê tevliheviyê dawerivîne
Ev rengê tarî ji cibba te wê zingilê elendê bî
BUHIŞTA ku hûn ne l‏êbin ez naçimê : ” gotina Şêx li newrozê ”!!!

Zindana ku tu lê bî emê bênê
Zindana…