Helbest u pexşan

Li nav pêlên mirinê , Stêrên geş sermed dibin (Seydayê Keleş , ji giyanê Te re)

Bêwar Brahîm
 
Pêngav bi pêngav … li pey ronahîya azadîyê ,
Qamişlo , xwezîyan dike gilî û gazî …
Li nav toza oxirên bê dawî ,
Di gel rijandina stêran jî ,
Lê…, ew Stêran ji asmanê xwe narijîne ,
Li ber pêlên mirinê ,

Ew stêrên xwe , dispêre asmanê sermedîyê ,
‏Hefsarên şînîyên hêsir gerim û
Şivîlek û dolikên rondik zuha …
Li nav çiroskên pertew û ronahîya
Mirinên spehî …
Diçirisin û ronî didin .
 
*     *      * 
 
Kat bi kat … , di hembêza hêvîyan de ,
Qamişlo , reşbînîya mirinê geşbîn dike
Mirinê dixemilîne , xweşik û sbehî dike‏
Li nava rist û nîgarên dêrîn û kevnar ,
Li ber bêhna avê û xakê …
Rêkên dûr û dirêj ,
‏Xwe li pêşîya me û dijminan radixînin ,
Lê… derdê me , ronahîya rêkên felat û azadîyê ye ,
Birînên me , yên dev vekirî … dikin qêrîn û hawar ,
Xwezîyên me yên pel çilmisî ,
Pel bi pel … diweşin ,
Bi tenê hêvîyek ronî hûr
‏Ji pişt asoyan diyar dibe ,
Ku rêka milet ji xezeba qirkirinê paqij bike .
 
*      *       *
Dem bi dem … , ji kezeba jiyanên bê mirad ,
,‏Qamişlo , şînîyên bê war û hejar …
Dike Gemî , di nav deryayên wefadr û sozdar de .
Li ber rûbarê ava destnimêja Şêx Maşûqê Xeznewî‏
Kelkela germa havînê , bû buhareke ne mir ,
Mirin bû dilopa dawîn , di pênûsa Seydayê Keleş de ,
Ew dilop , bû daristaneke rengîn li kêleka vê buhara ne mir .
Ew dilop , bû stêreke ne vemir , di asmanê sermedîyê de . 
 
* Bi navê  Navenda PEN a Kurd û bi navê nûnerîya Navendê‏   li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê , em sersaxîyê ji malbata Seydayê  Keleş  re dixwazin , û ji hemû dost û hevalên wî re , ji Yezdanê dilovan lav û tika dikin , ku cihê wî buhşta rengîn be .‏

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…