Helbest u pexşan

Cejna zarokan

  

Ibrahîm Ebdî ( Keser )

Cejna we pîroz be
Zarokên cihanê
Jînek bê aloz be
Gulên vê jiyanê
Şahî û newroz be
Lê bikin seyranê

Şahî û dîlan be
Jîna we her çaxa
Bi gul û reyhan be
Kulîlkên ser şaxa
Tim kêf û seyran be
Li nêv rez û baxa

****************

Weke hev bin her kes
Bê setem û bê zor
Ereb ,Tirk û Çerkes
Reşik û gewr û sor
Mirovatî û bes
Xwe bid””””””””ne hawîrdor

******************

Hêvya min e yekser
Jîna we tim xweş be
Bi aşîtî  bê şer
Hemî kes serxweş be
Xweşî têkev her der
KESER wê dilgeş be

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…