LÊVÊN ŞIKESTÎ…. DUA

  Bêkes Têlo

Sosina  min Dua
Lêborîn…. ji gezên minî lawirane.
Salên bihûrî
Di goristana sirgûne
 Dibînim bi pencera çavên te….
Ser vê xaka dem têde bê lebate,
Gurz bi gurz libên barana
Çavên xwe pêşkêşî

mirîşkên serhildêr….dikim!!!!!!!!!!
Ji evîna berbanga malzarokê
Hatî bi qêrîn…û çûyî bi qêrîn di qada şêrîn.
pinpinîka min
Wisa dijî ser axa
Xwînkirî
Bê razan û hedan,
Roja te dizîn
Bi qeremûşkên …koleperest.

Dilava min….
Didim hev dengê germ
Di meydana bê hest de
Dîwar  matmayî,
 lêvên şikestî…çavên camkirî
dagirtî bi ava bêdengiyê
û guliyê rokê li ser te rakirin
avêtin te kevirên sor ji zimanê agir.

dibêjim ger nûvejînbim
Disa dara şînbim
Bi gulav şabim
Her û her  bi evîn bijîm.
Tu dûrî…noka!
Û hestiyê  te dibriqînin di xaka mad,
 laşê te dipeçim bi hêsitrên xwe,
 tenha xewn dibûyî bi jiyana çivîkan
  bi ava nergiz… Bi xemilînî.
Şûrên kor
Bûn toqa nefirîne… li stuyê te,
Girava evîna  te hiştin
Bê gul
 Û agir.. rûniştvanê xwîna te
Daqlol  bû çû xwar
Roja evîndaran tarîbû
Bê helbest û …bê zar.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…