Ramankirinên rexnegirî li ser rehniya helbestên Kubar Hawar

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj dike, dûrî bask û bendên dawîtîpan difire.

Ji ber evîn  mijarê kevinar û nûbûyî ye, hunera helbestê bi rengên sirûdan wê aşkere dibe,mirovê hestyar qala êş, jidestdabûn, bendeman û şikestinê dike, ev jî girêdana mirov bi derdorê re berûvajî dike, ligel evîna jin û mêr, helbest tê ku vê peywendiyê  têxîne di qalikeke hunerî de, ligel girêdana mirov bi sirûştê dema em li vir dibînin Rûpel 48 :
|Du sibeh in ,baran yara min e, awaz û mûzîk li pencereya min e, hilû û nermik tê nav helbestên min.|

Girêdana mirovê hestyar bi cîgehê re astên derbirîna helbestvan dikine ezmûnê.

Rûpel 63 : |li ser sînga şevê çar gulhûriya stû danî, bê mey û mase sermest,bi ser xwe de anî, bê hejimar diyar kirin, gul beroj û gulzeytûnî.|

Evîna helbestvan bi sirûştê re rengekî xuristî ye , peyama hizr û hest bi hevdû re diweşîne, mirov dikare bibêje ku gera hestyar di nav sirûştê de bîngeha avakirina cîhana helbestvan e, bê wî helbest cihê xwe nagre, ji ber ku sirûşt dirêjiyeke ji giyan re, dermaneke ji mirovê afrêner re.

Ev dîwan di  hin helbestên xwe yên vekirî û azad de, dikarî bû tevina xwe bi asahî û ferehî saz bike, ji ber zêde neketibû di nav bask û bendên dawîtîpan de.

Çanda helbestvan li paş xurtiya zimanê derbirînê ye, bandora xwe li ser derdor dike bi qasî  cur be curiya karzanîna xwendina helbestê.

-Astên hunandina helbestê:

Bê guman ne hemî helbest bi yek hêzî de ne an dikarin hestan bilivînin, carne nêzî axaftina asahî dibin, carne jî axaftina asahî derbas dikin,ev yeka di hemî pirtûkan de bi vî rengî ne ji ber vê yekê hin helbestvan bawer dibin bi pîrozbûna tîp û helbestên xwe û hinek helbestvan helbestên xwe yên kêm ast û pîvan ji holê radikin û bi çavê rexnegirê sert li ser nivîsên xwe radiwestin, bê guman dîrok ne hemî nivîskar û helbestvan û afrêneran dibîrtîne, û tê zanîn ku pêvajoya nivîsa serkeftî bi sê hêmanan ve tête naskirin : Derd, raberî û zanyarî, bi wan nivîs û çi xebatên afrênerî nemir dibin.

pişka bin giyanê

Kubar Hawar dibêje:

|Mekin kemerbest, zanibin li hêlîna we rovî û qijik çendîn zor lê kirî, kembera Tirk, Ereb, Faris welatê rojê dorpêç kirî, zimanê Arî û Mîtan di textê welatê xwe de mêxkirî.|

Ji vê kurtehelbestê ve emê kurtexwendina xwe yê destpêkî di nav navnîşanên pirtûka pişka bin giyan saz bikin, bi taybetî babeta netewperwerî, girîngiya wê li ser jiyana civakan bi derbasbûna çax û serdeman, cihê di nav gel de timî digre , stona netewbûnê di hişmendiya takekes de saz dike, di pergala helbestên vê pirtûkê de hin taybetmendiyên girêdayî bi şêwaza sazkirina helbestê diyar dibin, dewlemendiya sêwir û hemwateyan, hevsengiya di navbera rist û helbestê, ji ber cureya helbesta niştîmanî gotarekê ava dike, armanca wê gotarê xwenasîna mirov ji ziman, çand û dîroka xwe re, ji ber vê yekê bîrnasê yonanî Eflaton gelekî li ser cureya helbesta destanî sekinî ew didît ku helbestvanên ên bi mijarên xwe yên taybet ve mijol dibûn, tiştê girêdayî bi nirxên komê bêhtir mayînde dihêlin, ligel ku helbesta netewî dikare di şaxê pêvajoya perwerdeyî bibe xwedî rol û bandor, ji bo amadekirina nifşekî netewparêz, li vir: rû22

|Rabe tu hespê nemire mirinê xwe li ber te hûrkirî, bike lehî ew dilopa bi ciwanî xwe pîrkirî hebû, weke evîna Cîgerxwîn li peyvan bû.|

Derbasbûna navê Cegerxwîn nîşaneke li ser piştrastiya doza şiyarkirin û vejînbûna giyanê netewî,wekî rengekî ji dilsozî û zarzarî ji bo parastina nirx û mafên rewa.

Helbesta niştîmanî pêdiviya xwe bi nûkirinê heye di her demê de, ev têbînî divê bête piştrastkirin, ji ber hin helbestvan dema gotara berê vedigerînin ev yeka li ser hizrê nifşê nû bandorekî çêdike, bazinekî li ser hişmendiyê saz dike, lewre pêdiviye li ser şopînerê helbesta netewî ku bi rengekî ji rengan helbestvanê netewperwer bihêvoje li ser girtina rê û şêwazên herî nû û jînî ji bo avakirina gotarekî saxlem û bi xuristiya serdemê ve girêdayî.

Ji ber vê yekê girîngiya nûbûna helbesta niştîmanî di çaxên pirbûna peywendiyên civakî û gîhiştina nameyên afrênerî ên şaxên xwe li hemû warên zanîn û wêjeyê berdidin berz dibe.

Ezmûna helbestvan di vê pirtûkê de giranî bêhtir dide li ser dewlemendiya peyv û dirêjbûna hevokan û dawîtîpan, herwiha pirbûna hemwateyan , giraniyekê li ser mijara helbestê bi xwe çêdike.

Sîmirbazî:

pêşî ezê bi nîşana Sîmirbaz ve destpê bikim , ev me dihêle ku em babeteke rexnî vekin girêdayî bi mijoliya helbestvanê , bi jihevhvekirina nîşanên helbestî, ew nîşan bi vejîndanê ve girêdayî ye, ji ber nîşan dûriyên xwe yên deronî û niştîmanî hene û bikaranîna wê bi xwe re hestên serhildan û raperîn û rikberiyê tîne hole, wekî tê zanîn ku helbest bi giştî hunereke wêjeyî ye hest û ramanan bervajî mirovan dike, giringiya hevgirêdana di navbera destanîbûn û nejenîbûnê de bandoriya xwe li ser hişmendî û henaseyên xwendevanan heye , ji ber wate ji nivîsê an ji pêvajoya derbirînê  ew e bilindkirina asta têgihiştina mirovan e,  ev yeka jî zanistên mirovî li ser dixebitin, rola helbestê li ser jiyana civakan berz dike , nexasim dema helbest nêzî mijarên dîrokî û destanî dibe,bûyerên ên ku ji jiyana kurdî derbasbûn e gelek in, bandora van bûyeran li ser mirovên afrêner hene, belgekirina hest û ramanên demê ne tenê erka dîroknas e lêbelê wejevan jî, ji ber ew nûnertiya serdema xwe dike, zimanê rewşê diyar dike, bêhtir di vê pirtûkê de şêwaza pesindanê hatiye bikaranîn, ev jî rolek xwe di sazkirina nasnameya netewî û rewşenbîrî de heye.

Helbestvanê  xwestiye nûjenîbûnekê çêbike di vê şêwazê de, em li vir binêrin:

  ( Teneyeke ji axa te dibû- pixûra xewnan- ava çema te dibû- avsûn û derman- pîroz e mîna ayet û peyvên Quran.) a rast mîna ayet û peyvên quranê.

Pir caran mîna vê mînaka ku me aniye ziman, dawîtîpên ên têne bikaranîn çewtiyên rêzimanî bi xwe re tînin holê, û asta derbirîna azad sînordar dikin, ji ber pêwîstiya helbesta pexşanî bi dawîtîpan ve nîne.

Yek ji xusletên şêwaza kevinşopî ku vegerîneke derbasbûyî ji nîşanên efsanî û ayîndî re saz dike, ev yeka ne dûr e ji metirsiya heyînî û ramana felesfî ve.

Çawa helbesta nûjen ji destanî cuda dibe, ma gelo helbesta nûjen bandora xwe ya netewî ji destdabû bi sedema zorbaziya takekesîbûnê.

Dûmahî:

Wekî tê zanîn ku helbest rêyeke ji rêyên ramanbûnê ye û roleke xwe heye ji pêvajoya naskirina henas, evîn , gerdûn û pirsgirêkên mirov bi a din re, pêşveçûna helbestê pêşveçûneka ramanî diyar dike, qet mirov nikare şêwazên kevinşopî ji holê rabike lê bi rengekî ji rengan bi şêwazên nû re her û her têkel dibin.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…