FEWAZ EBDÊ
Evîna me ya kevne-nû
Gelek xewnên xweş û şêrîn
bi xwe re anîn
Xewna pêşî
li Qamişlokê pişkuvî
ji xewa li ser ban û
jimartina stêrên geş
û wê xewnê şax veda û hey veda
Li her bajarekî
Li her warekî
û li her asîmanekî
şitlek çand
Evîna me bûbû zarokeke yeksalî
Me ew ji dest hev direvand
Me ew li kolînka xwe dikir
Kolan bi kolan
Zevî bi zevî
Newal bi newal
Çiya bi çiya
Derya bi derya
Welat bi welat
me ew digerand
Ne em diwestiyan û
ne kenê wê radiwestiya
Di rojeke sarî qerisî
ji rojên Zivistanê de
Di kelkela germa rojeke
ji rojên Havînê de
Te fermanek da wê evînê
wê zaroka yeksalî
da ji min re bêje:
“Rêwiyo xatir bixwaze
Evîndaro xatir bixwaze
Bila dilêm bê xem raze”
Waax wax canê!!
Evîna me bûbû xemek
li ser dilê te û min ha jê nebû!
Bi wê fermanê re
ew kevnexewn
bi tehliyê hatin stiran
Û ji wê rojê ve
tehlî kete ber diranê min
ne ew bidawî dibe û
ne ez cûtinê betal dikim
Vaye îro
Di qurçikekê de
Di qurçikeke ji qurçikên xaniyekî biyanî de
Ez û dilê xwe
hêjî di derya wê evînê de digevizin
Pêl me li hev dizîvirînin
me ber bi gironekê ve dikişînin
Ti gemî li asoyan diyar nabin
û pêlên şor nikarin wê tehliyê
ji ber diranan derxînin
Tenê
Di yek kêliyê de
Ezê karibim
wê tehliyê bi şêranî daqurtînim
Ew kêlîka ku
çavên te li çavên min bibin mêvan
û dilê xwe di himêza te de
şevnistî bibînim
Wê kêlîkê
ez û te emê karibin
xewna xwe
evîna xwe
bilorînin..