Hozan Yûsiv
Her sal di 22ê Nîsanê de, gelê Kurd salvegera destpêkirina xebata rojnamegeriya xwe ya neteweyî bi bîr dihîne. Ew rojnameya ku di sala 1898an de li Qahîreyê bi destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bi navê “Kurdistan” hate weşandin. Ew weşan ne tenê çalakiyeke medyayî ya asayî bû, lê belê jidayîkbûna hişmendiyeke neteweyî ya nivîskî bû; hewldaneke dîrokî bû ji bo fermîkirina zimanê kurdî û derxistina wî ji bin zexta paşguhkirinê ber bi qada azadiya ramanê ve.
Ji qêrîna sirgûnê ber bi dengê gel ve
Rojnamegeriya kurdî li derveyî welêt li sirgûnê û di bin zextên giran ên siyasî de ji dayîk bû. Rojnameya “Kurdistan” di navbera Qahîre, Cenevre û Londonê de hate veguhestin. Tevî ku di wê demê de qada wê teng bû, lê karîbû bi serkeftî bibe dengê rasteqîn ê gelekî bêdewlet û bêpar ji mafên bingehîn.
Di heyama zêdetirî sed salî de, tevî astengiyên cografî û siyasî, rojnamegeriya kurdî di destpêka xwe de karîbû erkê xwe bi awayekî baş bi cih bihîne. Ew bû “dengê gelê kurd” ew gelê ku mafên wî hatibûn xwarin. Di wan qonaxan de, rojnamegeriyê; nûneriya wijdanê sercem Kurdan dikir û wek mertalekî çandî li hember windabûna bîranîn û zimên radiwestiya.
Şam û veguherîna ber bi alfabeya nû ve
Bi derbasbûna demê re, navendên bandora rojnamegeriyê derbasî Stenbol, Silêmanî û Şamê bûn. Li Şamê, rojnamegerî ji “ragihandina nûçeyan” veguherî “avakirin û parastina nasnameyê”. Di vê qonaxê de, rojnamegerî gihaşt asteke wiha ku bibe projeyeke zimanî û çandî ya tekûz, û ziman ji asta axaftina devkî derxist asta belgekirina sazûmanî. Li wir, Mîr Celadet Bedirxan şoreşeke zanistî pêk anî û elfabeya kurdî bi tîpên latînî amade kir, ku ev serkeftin bi kovara “Hawar” û piştre bi “Ronahî”yê gihîşt lûtkeyê. Rojnamegerî êdî ne tenê amûra nûçeyan bû, lê bû bingeha zimanê kurdî yê nûjen.
Kurdên Yekîtiya Sovyetê: Leşkerên nenas yên çanda kurdî
Dîroka rojnamegeriya kurdî bêyî bîranîna rola stratejîk a Kurdên Yekîtiya Sovyeta berê, bi taybetî li Ermenîstanê, nahê fêmkirin. Di dema ku zimanê kurdî li beşên mezin ên Kurdistanê di bin dorpêçê de bû, li Ermenîstanê vejîneke çandî hebû; dibistan û navendên çandî ava bûn û nifşekî nû yê nivîskaran derket holê.
Di vê navberê de, “Radyoya Êrîvanê” wek nîşaneke dîrokî ya girîng derdikeve pêş. Vê radyoyê di salên pênciyan de dest bi weşana kurdî kir û bû yek ji saziyên herî pêşîn ku bi rêkûpêk weşana kurdî dikir. Tevî ku dema weşanê kêm bû, lê bandora wê sînor derbas kirin; Kurd li her çar parçeyan bi hev ve girêdan, stran û folklor parast û di rojên herî dijwar de zimanê kurdî zindî hîşt. Bi rastî, Kurdên Ermenîstanê di parastina nasnameya kurdî de “leşkerên Nenas” bûn.
Serdema satelayt û şikandina dorpêça medyayê
Di dawiya sedsala bîstan de, bi destpêkirina weşana kanala “MED TV”, medyaya kurdî derbasî qonaxa satelaytê bû. Vê kanalê dorpêça medyayê şikand û gihîşt her maleke li Kurdistanê. Piştre kanalên mîna “Roj TV” û kanalên îro yên wek “Sterk TV” û “Ronahi TV” peyda bûn. Tevî girîngiya vê qonaxê, lê medyaya kurdî ya li Ewropayê hêdî hêdî ji rola xwe ya serbixwe dûr ket û ket bin bandora nakokiyên siyasî û partiyetî.
Rewşa îro: Profesyoneliya teknîkî û astengên nû
Îro medyaya kurdî di warê teknîkî û profesyoneliyê de geşepêdaneke mezin dibîne. Kanalên mîna “Rûdaw”, “Kurdistan 24”, “Channel 8” û “Şems TV” ku ji Herêma Kurdistanê weşana xwe dikin, karîbûn pîvanên cîhanî yên dîtbarî û teknîkî bi kar bihînin û nûçevaniyeke profesyonel a meydanî pêşkêş bikin.
Lê belê xala balkêş ev e: Tevî vê pêşketina teknîkî, medya hîn jî di bin destê berpirsên partiyetî de girtî maye. Ev yek bûye sedema pirbûna “amûrên medyayê” lê kêmbûna “lêvegereke medyayî ya neteweyî”.
Metirsiya nû: Bikarhênan kurdî li dijî kurdan
Îro medyaya kurdî bi metirsiya herî mezin re rûbirû ye. Tevî ku zimanê kurdî êdî li gelek cihan bi fermî “qedexe” nabe, lê şêweyekî nû yê binpêkirinê derketiye holê. Em dibînin ku hinek hêz û dewlet yên Kurdistan dagir kirine zimanê kurdî bi kar tînin taku bi rêya dezgehên medyayê yên kurdîaxêv, projeyên xwe yên siyasî bi cih bînin. Armanca wan ew e ku tevgera neteweyî ji hundir ve lawaz bikin û di nava mala kurdî de perçebûnê ava bikin.
Ev “bikaranîna nepak” ya zimanê kurdî ne ji bo xizmeta çandê ye, lê şerekî psîkolojîk e, ji bo lawazkirin û belavkirina raya giştî ya kurdî ye. Kêşeya mezin li vir e: “Zimanê kurdî” tê bikaranîn taku “Projeya kurdî” were şikandin.
Vegera ber bi armanca rasteqîn
Rêwîtiya ku ji “Rojnameya Kurdistan” dest pê kir heta cîhana dîjîtal a îro, berpirsiyariyeke mezin dixe ser milê me. Pirsgirêka îro ne nebûna alavên medyayê ye, lê nebûna lêvegereke neteweyî ya yekgirtî ye. Pirsgirêka rasteqîn a rojnamegeriya kurdî ya îro, azadbûna ji bin destê partiyan û hişyarî li hember projeyên dewletên herêmî ye ku zimanê me ji bo daxwazên xwe bi kar tînin.
Divê rojnamegerî bibe dengê civakê û daxwazên gel, ne ku bibe alavek di destê dijminan de.
Di dawiyê de, hêviya me li ser hişmendiya rojnamegerê kurd e; ku bibe pêşengê gelê Kurd û bikaribe medyaya sûdmend û medyaya zirermend ji nav hev derxe û rastiya wan ji bo gelê xwe diyar bike.