Helbest u pexşan

Duayek bo ew sitemey le Duayekî pak kira

Hêmin Reûf / Siwêsra

Xudaye
Berd birencêne
Ba beheşt berdî lênebê!!

Ne wek dîsan
Yasayek bo berdbarankirdinî eşq

Bixulqênî!!!!
Ba cehennem serî şor ka û
Pirdî Sîrat rêgayek bêt le perey
Gul

Katî Dua
Bo ew dunya
Beseryanda guzer deka

Ba beheşt xoy amadeka û
Le pîte rengînekanî xoşewîstî
Al û wala xoy bipoşê

Katê firîşteyek le eşq
Malî ebedî xoy lewê
Kelek deka
 
Ba firîştekan
Pêrê bin
Le kake Mem û xatû Zîn
Le Ferhad û xatû şêrîn
Las û Xezal
Dêwane û şem
Yek be yekî palwane bê wênekanî
Dildarî
Sedekanî zemanî zû
Pêşwazî lem xanime ken
Katê balay pir le nûrî dem be Duayî
Xoy be xakî
Cawîdanî eşqa deka

Ey xudaye
Wa xoşewîstî defewtê û
şer le cêya ser derdênî
Êtir bo çî
Xol û berdî berdegay (Erşî
Ezîm)it
Beser serî ew geleda nabarênîş

Wa piyaw debête dirinde û
Kîjoleyek nêçîrêkî nerm û niyan
Desa boçî çend ayetê
Be zimanî ew mîllete nefame
Danabezênîş

Wa her eşqe û ser debrê
Heqîqete û le çal enrê
Lê leber çî
Pêxemberê
Bo em xelke bê wîjdane
Naxulqênîş

Ey xudaye
Ba beheşt berdî tiya nebî!!!!
Ne wek Duayî mêşk bijaw
Le yadî şehîdbûnî da
Berdê hestî biroşênê û
Asewarî ew roje reşe mestî
Kat
Êtir hergîz bo ebedî
Pêkenîn û keyf û şadî
Le jiyanîda nemênê.
 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…