welateme

Dîsa hêzên ewlekarî, yên rîjîma Sûriyê li bajarê Qamişlo di êvara Newrozê de çek dijî kurdan bikaranîne. Dema grûpek ji xortên kurd, şahiya Newrozê bi sitran û dîlan li dora mûm û agirê Newrozê pîroz dikir, ew bi destên wan hêzan hatibû gule baran kirin. Di encama wê êrîşê de ta vê rojê 3 kurd…

D . Rufend alyusef

xortê kurda
tene kuştin bi tiving û topa ne
babîsoka le qamişlo cara didwa ne
xort raxistin be deha ne
Newroz le me kiren xwîn û hesra ne
Dîsa le me ferma ne
fermana me kurda ne
Carke din le qamişlo
Brînên me nû kirn
Le hawîr li me bû heware
Hewara bav û dayka ne
Qerîna bûk…

Bêwar Brahîm

Şev, xewneke xweşbû, ji hilbûna agirê newrozê re.
Bihinvenadeneke fireh û bêmawe bû, ji dilgirtiyên azadiyê re.
Tacagulên rengîn bû, li ser sînga yadiyan.
Qamişlo, bejna xwe bi şal û şapikên Kurdî girêdabû.
Guliyên xewnên xwe, bi kulîlkên Bagok û Qendîlê xemilandibû.
Rêkewtiya pilankirî a rûreş, pncên xwe dirêjkirin?
Şal û şapik, ji ser bedena Qamişlo çirandin.
Kulîlkên Bagok û…

Di çarçeweya siyaseta rêjîma Şamê ya şoven û nijadperest de, ku ev çend sal in bi aliyê teror û reşekujiyê ve çûye, duh (20.03.2008) hêzên ewlekariya rêjîmê qirkirin û tawaneke din e reşekuj pêkanîn ― wan li bajarê Qamişlo ciwanine kurd, yên ku bi şêweyên pir aştiyane û şaristanene bi cejna Newroza pîroz şah…

Jan Dost

ji bo giyanên pak ên:
Mihemed Mehmûd Hisên
Mihemed Zekî Remedan
Mihemed Yehya Xelîl
gelo we li hev kiribû ku hûn bi yek navî şehîd bibin?

sibe newroz e! We bi ken û germiya dilên evîndaran ji hev re got û mîna lehiyek agir herikîn kolanê
dayikên we digotin: Xwedê we biparêze lawo
xwedê li pişta we be
û hûn…

Gulnar Eli

Were yare:
Bi çavên xwe bibîne
buhar,
buhareke renga-reng e,
li me dibare
Bêhna dastanan erdê dimije
Awaz, vînê distrînin
Parçeyên xewnan,
xunava li ser belgan.
dengê dilan pir e.

Were:
– Bila bayê serberdayî me mest bike.
Di govenda ewran de, em bikelin
li karwanê şevê siwar bin
Were..
Tu û ez
ava deryayeke neperzinandî ne.
Duhî nabe evro

Were:
– Destên me rêka kadizan e
Nîşana sozan e
Şahiya dilan e
Were..
Bêdeng
Yar î…

Lewend Hisên

Di destpêkê de, bi navê xwe û navê welatiyên Kurd li bajarê Tirbespiyê, ez lêbûrînê ji malbata Şêxê şehîdan dixwazin, dibe ku hinek, bibêjin: ji bo çiye ev lêbûrîn, û çima di şeva Nûrozê de?
Kurê min, tim ji min dixwazê, yan jî ew bi xwe yekser di kimpiyûtira min de, diçe li…

Li Libana Civata Kurdî Libnanî Ya Qenciyê ragiyand, Ji ber sedem û astengên taybet ku Dewleta Libnan tê de derbas dibe . Îsal Cejna Newroza netewî ji miletê kurd re, Civatê cejin li Libanan reş kir,
Û bi bûneya Cejna Newrozê Civata Kurdê li Libnan miletê kurd li Liban û hemî deverên cihanê pêroz dik…

Ji weşanên EVRENSEL li Stenbolê, romana nû ya nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv (Tirsa bê diran) bi tirkî hate weşandin. Rahmî Batûr roman ji kurdî wergerandiye tirkî.
Roman bi giranî li ser tirsê radiweste. Tirsê xwe berdaye nav hestiyên kesên romanê, herweha seranserê wî Welatî ji xwe re kiriye hêlîn. Bi taybetî ew tirsa dîrokî ya…

jimara 41an ji kovara rewşenbîrî, serbixwe (PIRS) ket ber destê xwedndevanan.
Ev jimara PIRSê gelek gotar, vekolîn, çêrok, û Helbest bi xwe ve girtine.
Eva xwar naverok a wê ye:

Pêşgotin ….. 1
Lêkolîn û gotar:
– 15 Stêr li eniya Pirsê ……… Rêberê Silîvî ….. 3
– Rojnamegeriya Kurdî li Sûryê……… Reşoyê Pirê …… 5
– Ziman li Ci.Kurmênc…………