Mihemedên kurdan bikujin

  Jan Dost

ji bo giyanên pak ên:
Mihemed Mehmûd Hisên
Mihemed Zekî Remedan
Mihemed Yehya Xelîl

gelo we li hev kiribû ku hûn bi yek navî şehîd bibin?
sibe newroz e! We bi ken û germiya dilên evîndaran ji hev re got  û mîna lehiyek agir herikîn kolanê
dayikên we digotin: Xwedê we biparêze lawo
xwedê li pişta we be
û hûn civiyan
li dora agir
li dora giyanên xwe yên vêketî
hûn bi hev re bûn li yek kolanê û bi yek navî
hûn ne Filistînî bûn ku Mıhemdbûna we  ya bi xwîn  ekranên dunyayê sor bike
hûn ne Mihemed Eldurre bûn ku celladên şamê  xwîna we   bibe bazarn
hûn kurd bûn û bı xwîna we agirê Newrozeke xwînîn bû
hûn kurd bûn   û soza we bi agir re
bi xwînê re
û bi goristana Hilêliyê re hebû
Newroz bû
di ferhenga Beesiyan da  cejna dayikan bû
û diva bû ku Beesî  diyariyekê ji dayikên we re pakêt bikın
ji xwîna we erzan tir nedît
ji giyanên we nêzîk tir nedît
lê na
hûnın mûmên vê Newrozê
û her Newrozên ku dê bên
hûnin yên ku dê kursiya riziyayî di bin gurên qesra Elmuhacirîn de  biherifînin
hûn her sê Mihemed bûn
û we yek soz dabû hev
di birînan de

di agir de bicivin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Jouma

Yekxistina Pêşmerge girîngtirîn dosya li Herêma Kurdistanê ye, ji hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê jî girîngtir e, ji ber ku ew diyar dike hebûn û nebûna dewleta Kurdistanê.

Ji 30 salan ve, Pêşmerge ne artêşek Yekbûyîbû, lê du artêş bû:

– Pêşmergeyên 70: Ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ve bû

– Pêşmergeyên 80: Ser bi Partiya…

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…