Rengekî bêhinvedayî ji bêdengiyê

  Gulnar Eli

Were yare:
Bi çavên xwe bibîne
buhar,
buhareke renga-reng e,
li me dibare
Bêhna dastanan erdê dimije
Awaz, vînê distrînin
Parçeyên xewnan,
xunava li ser belgan.
dengê dilan pir e.
Were:
– Bila bayê serberdayî me mest bike.
Di govenda ewran de, em bikelin
li karwanê şevê siwar bin
Were..
Tu û ez
ava deryayeke neperzinandî ne.
Duhî nabe evro

Were:
– Destên me rêka kadizan e
Nîşana sozan e
Şahiya dilan e
Were..
Bêdeng
Yar î tu û dimînî

Were:
– Zinarekî serxweş ji xunavê
Çavên te şêt,
bajarekî şikestî
çipikên leylanê
û bejnek kevok

Were:
– Guleke nû puşkuftî ne destên te
Di mistên salan
hilperînekî
culankên xeweke sermedî ne destên te
Were..
daku ji êk hez bikin..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Welatê Me – Taybet

Zimanzan û nivîskarê Kurd Muhemed Ehmed Reşîd ragihand ku çapa duyem a berhema xwe ya ferhengî bi navê “Ferhenga Sobaro” derketiye ronahiyê. Ev ferheng, ku bi şêwazek taybet li gorî rêzbendî (serwayî/qafiyê) hatiye amadekirin, ji bo zimanzan, lêkolîner, helbestvan û hemû kesên ku bi zimanê…

Bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan em heweyên hêja vedixwînin bo ahenga îmzakirina du dîwanan yên:

Mamosta HAÇIM MOSA

Mamosta HIŞYARÊ EMERÊ LE,ÎLÊ

📅 Roja Şemiyê
06.06.2026

🕓 demjimêr 16:00

<p...

Axîn Welat

Dema ku zimanek -kîjan ziman dibe bila bibe- dibe metirsî, wê çaxê helbet pirsgirêk ne di zimên bi xwe de ye, lê di dewleta ku jê ditirse de.

Li vê derê paradokseke kûr heye ku çawa ziman, ew amora herî hêsan ya ku mirov dan û stendinê…

Şukrî Şêx Nebî

ewr digrîyan..
lê..
ji keleboxa awiran dibarin..!
weke ..
kelegirî..
xwe vedigrin..
ser xewneravên şevên bêwar.. !?

zelale..zelale
zelale xîmav
çaxa xwe ..
dispêre kaxeza hîva lebatî..?
weko..
şebnem û xunavan
cawa xwe ..
ji dêmên gula pakrewana diparzênin..!

gotinên êvaran
nakevin qelşên dîwaran ..?!
de û de..
xwenan bilorîne şevê
xewn ..
dê cawa..
rastî xwenên xwe bên..!?
ku..
xîmava şevê
di parzêna hîvêda xwe neparzêne..!
û weko..
stêrkên…