Di destpêkê de, bi navê xwe û navê welatiyên Kurd li bajarê Tirbespiyê, ez lêbûrînê ji malbata Şêxê şehîdan dixwazin, dibe ku hinek, bibêjin: ji bo çiye ev lêbûrîn, û çima di şeva Nûrozê de?
Lêbûrîna min ji malbata Şêxê şehîdan eve: Mixabin ezê îro, ne mizgîniya yekîtiya koman yan jî partiyan bighînim we, lê belê ji serhildana Avdara pîroz û vir de, me hewil dide ku em komên xwe bikin yek, bi rastî em çend kurd perweran û dilpakan bi rolek mezin radibûn, û me ew armanc pêktanî, ji bilî komekê yan jî du koman bi me re ne dikirin, mixabin Nûroza meyî îsal 2008ê, li bajarê Tirbespiyê, bi parçebûnek bê wate wê bê kirin.
Ez bi dilekî tije kul û derd li wê peyva xweyî sala par guhdar dikim, û ji xwe re dibêjim: nizanim ez herim Newrozê yan na?, û heger ez pêrgî Şêx Mûrad bûm, ezê çi jêre bêjim; Nizanim!

Şîrove (0)