Serhildanên Qamşilo, ya 12. Adarê diyar kiribû, ko gelê me bi hêzeke mezin liber xwe dabû. Hêviya me ew bû, ko îsal rê ji rîjîmê re ne hatibane vekirin, ko ew pilanên xwe pêk bîne. Lewra em dixwazin, îsal jî Newrozê li Berlinê pîroz bikin û agirê azadiyê û serhildanê pêxin. Em ji boyî şehîdên Adarê di roja duşemê de bi merov û hêzên almanî û yên dinî aştîxwaz re li Berlinê meşekê li dardixin.
Komela Kurdên Sûriyê li Berlinê di wê hêviyê de ye, ko wê tevgera kurd li welêt îro û pêşerojê bi şêweyekî berpirsiyar li hemberî xwînrijan derkeve û wê ew û gelê me pêşberî pilanên rîjîmê hişyar be.
Em ji gelê kurd re dibêjin, bi her serhildanê winê tirseke mezin bixine hinavê rîjîmê de û bi wê jî gelê me xebateke giranbuha di dîrokê de dinivîse û bi vî awayê xebatê pirsa kurdî digihêje raya giştî, da ko rîjîma Sûrî bê şermezar kirin.
Em jî wek komele, siyaseta vê rîjîmê şermezar dikin!
Em sersaxiya malbatên şehîdan dixwazin! Şîniya wan, ya gelê kurd hemûyî ye.
Em sax û silametiyê ji birîndaran re dixwazin!
Azadî ji girtiyên kurd re di zîndanan de!
Komela Kurdên Sûriyê li Berlin
Têbînî
ji bo meşa duşemê li Berlinê (Ostermarsch 2008)
Dem: Duşem, 24.03.2008
Seet: 11.30
Cih: Adenauer Platz (U 7) li pêşberî Sparkasse
Berlin, 21.03.08

Şîrove (0)