Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk
Beşê Yekemîn:
Di kêlîka ku min çenteyê xwe yê seferê ji boyî rêvingî û rêwîtiya mijbar û ji boyî çarenûsa nenas a qedera xwe amade dikir, min hewl dida xewnên xwe yên birîndar, beravêtî û zorbaz jî di koşe û şaneyên giyanê xwe de, di cihine asê de, wek ku tembînameyên axê û miriyan…
Konê Reş
Belê, silavek wefadarî ji bîranîna Rewşen xanim Bedirxan re.. Rêzgirtin ji roja jidaikbûna wê re… Navtêdan ji jina kurd a hevçerx re ku li ser rêk û şopa wê bilive…
Rewşen Bedirxan; eva ku berî 101 salî di sirgûnê de, li Tirkiyê, bajarê Qeyserî(11/09/1909), çêbûye, di sirgûnê de, li Sûriyê, bajarê…
10 emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê îro li dar dikeve. Festîval heta 6 ê pûşperê wê li dar be. Di festîvalê de wekî her sal îsal jî gelek çalakiyên hunerî hene. Konser, pêşangeh, belgefîlm, atolye, gotûbêj, şano, xwendina helbestan, sazkirina dîwana dengbêjan hin ji çalakiyên ku wê li dar bikevin in. Festîval…
Konê Reş
Li ser daxwaziya şaredariya bajarê Batmanê(Êlihê), min di rojên 21-22-23 gulana 2010 an de, beşdarî di (Rojên wêjeya Kurdî) de kir. Ew rojên ku yekemîn care ji aliyê şaredariya Batmanê ve, di bin navê (Yê ku Peyv Ji Ezman Daxist Erdê; Cegerxwîn) û (Di Edebiyata Kurdî ya kilasîk de Erka Ehmedê Xanî,…
ÎSA OSKAN
berî her tiştî, dixwazim bêjim,ku ez ne nivîskarim, hewildanên min di nivîsandinê de hene, lê ez ji xwe re dinivisînim yanî min tiştek belav
nekiriye, lê wek xwendevanekî,ez pirtûkên nivîskara û tiştên li ser malperan tên weşandin, ez dixwînim
di meha avdarê de, min nivîsandineke xemgînê REMO ,li ser malpera
welatê me xwend, ewa…
Mehmûd Badilî
“Em helbestvanên kurd li bajêrê Hesekê, ku ji mêj ve, di karekî nêzîkî vî karê ha de diramiyan, lê mixabin her carê hin kelem û astengî jiderveyî viyan û daxwaza me dihatin pêşiya me ku ne dihiştin bi rengê em dixwazin bi ser vî karî ve vebin.. Hûn tev baş dizanin ku jiyan…
Arjen Arî
Yén ku ji sifreya şer dixwîn û vedixwin û sih sal e té de diberbihin, dikeriffin; piştî her kuştiné mina şéré ji ser termé néçîra rabûyî, esseh tahma devé xwe xweş kirine, bi zimané xwe yé kirét û bémerés derûdora devé xwe alastine. Û teqez, ewan piştî kuştin û herikandina xwîna Şervan*; Şervané…
Ehmedê Huseynî
ehmedhuseyni@live.co.uk
HARÛN:
Zarokên Amedê, dilên xwe li ser keviyên kolanan, wek gwîzan, dişikandin, li min û te dinêrîn û serokê xwe bi xwînê re diherikandin.
Min ji te re bi zimanê mirinê digot: diya min, aniha, li ser devê sînor, diçilmise, divemire, dilerize, demsalên êşa xwe dikuje, li xalê min Sofî Şerîf dipirse û kêla min bi…
Îro bi beşdariya gelek vexwendiyên ji deverên cuda, vekirina buroya LKD ya Amedê hate pîrozkirin. Berdevkê LKD Sertac Bûcak û birêvebirên wê, katjimêr 13 00 dergehê Buroya Amedê ji mêvan û vexwendiyan re vekirin. Sertac Bûcak bi çimaya vekirina buroyê daxuyaniyek çapemeniyê pêşkêşî rojnamevan, TV û endamên ragihandinê yên beşdarî vekirinê bûn, kir. Daxuyaniya ji…
Salon ji çepikan vêket, bi Siyamendo û ez Xelef im re nalîn û şûr li ba kir.
Îşev 28.05.2010an li bajarê Alain – Îmarta Erebî- ahenga hunermend Brahîm Kêvo û hunermend Omer Beşîr bû.
Brahîm Kêvo: Hunermendê rûmet bilind û dengê hunera resen.
Bi erebiya Mêrdînê dest bi stranê kir, du stran bi aşûrî, du stran bi kurdî,…