Şevên helbestê (1) «Helbestvan Rêwî bi helbestan hat xelat kirin»

Mehmûd Badilî

“Em helbestvanên kurd li bajêrê Hesekê, ku ji mêj ve, di karekî nêzîkî vî karê ha de diramiyan, lê mixabin her carê hin kelem û astengî jiderveyî viyan û daxwaza me dihatin pêşiya me ku ne dihiştin bi rengê em dixwazin bi ser vî karî ve vebin.. Hûn tev baş dizanin ku jiyan pirr dijwar û zehmet bû ye, her em tev di vê zehmetiyê de dijîn.
Gelek caran şêlûbêla vê zehmetiyê, hiştiye ku em hevdu winda bikin, ta radeya ji bîr kirinê. Lê helbesta ku di hindirê her yekî ji me de dijî, her carê niquçka li hestê me dide, niquçka li giyanê me dide, me radajo ku careke dî em li hev bigerin, em pirsa hev bikin, piştî bêhrîkirineke dirêj, em hevdu himêz bikin û em tev bi hev re bêjin: Ji îro pê ve em nema hev winda bikin…
Belê şevên helbestê, şevên bêhrîkirina helbestê ne, şevên xwendin û lêpirsîna helbestê ne, yên bêhrîkirin û hezkirina helbest û helbestvana ne, şevên rêzgirtina helbest û helbestvana ne.
Ji ber vê yekê, em helbestvanên bajarê Hesekê vê şeva helbestî diyarî helbestvan Rêwî dikin”.

Belê bi vê pêşgotinê ji hêla M. Badilî, şeva yekê di 29-5-2010 de destpêkir,  û di vê şevê de helbestvanê hêja Rêwî bi gurzek helbest hat xelat kirin, hemî helbestên ku hatin xwendin bûn diyarî digel rêzgirtina rol û keda mamosta Rêwî di warê nivîsandinê de, ku rojekê ji rojan, xwe ji berpirsyariyê ne da ye paş, herdem ligorî karîna xwe xîmav ji cergê xwe wergirtiye û xistiye xizmeta miletê xwe de.
Di warê helbestê de, Rêwî pênûsa xwe degelî gelek babetan kiriye, di helbestekê de dibêje:
Rabin pêşberî newroz          bi şal û şap û koloz
Hemî hev bikin pîroz          li dora ar bibin koz.

Li cihekî dî derbarî qelen û zewaca jinê:
Çivrê qelen, qirêje     tucar çavan bermedê
Keçê bid”””” bi dilê wê   îşê xwe bispêr xwedê

Di helbestek dî de, dijberî beg û axa gotiye:
Beg û axên me pirin wek guran
Ew belabûne li her deveran
Malên wan pire bê şan û rûmet
Naye bîra wan ne tac, ne şewket.

Di helbestek dî de mizgîniyê dide miletê xwe ku ciwan jîr û zana dibin, û xwendin û zana bûn nîşana rizgariyê ye:
Mizgîn li te bî ey gelê kurdan
Va tu rizgar bû ji xem û derdan
Kurên te hemî bûn zane û jêr
Qîma wan neyê bi şêx û kezîr.

Belê, bi kurtî ev çend malik, ji helbestên Rêwî hatin xwendin, dûv re berhemên wî yên çapkirî û yên destnivîs hatin destnîşan kirin:
Berhemên çapkirî:
1- Paytexta derdan (helbest 1987).    2- Salar û Mîdya (1997 bo zimanê erebî hat wergerandin)   3- Dîroka wêjeya kurdî li sûrya – peşê yekem – 1994 bi zimanê erebî. 4- Revandina Ocelan û yasaya diwelî- bi erebî 1999.
5- Pend û metelokên dicle û Xabûr – bi kurdî 2002.
6- Dîroka rojnameya kurdî li sûrya – bi erebî, 2003.
7- Nazê û Diyar – helbestên zarokan, 2004.
8- Baxên Gula – gotarên corecor bi erebî, 2007.
Berhemên destnivîs:
1-    Dîroka wêjeya kurdî li sûrya – berê duyem.
2-    Dîroka Cezîra sûriyê di sed saliya bîstan de.
3-    Ola Êzîdiyan.
4-    Têkilyên Kurd û Ermeniya.
5-    Dîwana Gulhinar – helbest.
Piştî vê pêşkêşkirinê, şeva helbestê, bi xwendina helbestan hat xemilandin:

1-    Mehmûd Sebrî.  2- Bavê Serbet.  3- Sêfedîn Qadirî.  4- Miş””””el Osman.
5- Ibrahîm Ebdî.  6 – Hisên Şakir.  7- Axîn Mîrxan. 8- Xalid Omer.
 9- Mehmûd Badilî.
  Dûvre, helbestvanê hêja Rêwî, bi axavtineke kurt sipasiya hemî helbestvanên kurd yên bajarê Hesekê kir, belê bi kêfxweşî da xuyakirin ku ev karê ku ji bo wî hat kirin li hemberî xelatên cîhanê tevî ye. Di vî alî de hinekî li ser rewşa wêjeya miletê kurd axivî û bi taybet rewşa helbestvan û nivîskarên kurd li sûriya, ku divê miletê kurd li rewşenbîrên xwe bi xwedî derkevin weku çawa miletên dîtir qedr û qîmet dane rewşenbîrên xwe. Û got wêje di gelek qonaxan re derbas dibe, û dema her qonaxek li ser navê nivîskarekî yan helbestvanekî bi nav dibe, ev yek nîşana rêzgirtin û rûmetiya yê rewşenbîr dide xuyakirin, gerek miletê me jî keda rewşenbîrên xwe binerxînin. Her tekez kir ku ev kar cihê rêzgirtinê ye li cem min û hêviya berdewam kirinê ji helbestvanan kir.
 Bi vî rengî, hat diyar kirin ku dê şevên helbestê li bajarê Hesekê berdewam bike, lê her carê bi şêweyeke rengereng derbarî xwendin û lêpirsêna helbest û helbestvanan.

Hesekê – sûriya

 30-5-2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…