Koleksîyona Aleksandre Jaba

Mizgîn Kenaan

 

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye,  vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî de lîstiye. Gelo Aleksandre Jaba kî ye? Koleksîyona wî çi ye? Rola wî di parastina ziman, çand û wêjeya Kurdî de çi ye?

Di sedsala 19an de, ji ber şer û nakokiyên di navbera Dewleta Osmanî, Îran û Rûsyayê de, Rûsya xwest kurdan ber bi xwe ve bikişîne. Ji bo vê armancê, Rûsan giranî da xebatên Kurdolojiyê û li Akademiya Zanistan a li St. Petersburgê dest bi vekolînên li ser ziman û çanda kurdî kirin.

Aleksandre August Jaba (1808-1881) yê ku bi eslê xwe Polonî ye, di vê qadê de kesayetiyeke pir giring e. Jaba beşa zimanên Rojhilatî ya li Akademiya Zanistan a St. Petersburgê bi dawî kiriye û di sala 1848an de li Erziromê wekî konsolosê Rûsyayê hateye erkdarkirin. Li wê derê, zanyarê kurd ê hêja Mela Mehmûdê Bazîdî (1797-1863) nas kiriye. Bazîdî kesekî zana bû, li Bazîdê jidayik bûye û li medreseyên wê herêmê xwendiye. Li medreseya Xanî mamostetî kiriye. Di sala 1855an û ji encama şerê di navbera Osmanî û Rûsan de, Bazîdî koçî Erziromê dibe û li wir Aleksandre Jaba dibîne. Ev naskirina wan ji hev re bû bingeha xebatên pir girîng. Bi hevkariya Jaba, Bazîdî gelek berhemên bêhempa amade kirin. Hinek ji wan berheman ev in:

  • Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye
  • Tewarîxê Cedîdê Kurdistan(Dîroka Nûjen ya Kurdistanê)
  • Ferhenga Kurdî-Fransî
  • Şiroveya Mem û Zînê (bi pexşan)
  • Tercumeya Şerefnameyê
  • Ferhenga Devoka Kurdî ya Hekkarî- Rewend
  • Ferhenga Kurdî û Rûsî, ya Fransî û Rûsî û ya Fransî û kurdî
  • Pirtûka Rêzimana Erebî ya bi Kurdî
  • Çîrokên Pexşankî
  • Hin berhemin din

Di encama vê hevkariyê de, “Koleksiyona Jaba” yan jî berhevoka wî ku ji 69 destnivîsên kurdî pêk tê, hat amadekirin. Di nav wê koleksîyonê de nusxeyek ji berhemên Bazîdî û hin berhemên din ên girêdayî Folklora Kurdî hene. Di nav van destxetan de piraniya berhemên wêjeya kurdî yên helbestvanên klasîk ên naskirî tên dîtin. Mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, ….h.d. Her weha berhemin din ên girêdayî ziman û çanda kurdî hene. A.Jaba ev Koleksîyon şand Akademiya Kurdolojiyê ya St. Petersburgê. Li wir hat parastin. Ev berhevok heta îro wek çavkaniyeke sereke ya wêje û dîroka kurdî tê qebûlkirin. Di sala 2013an de mamostayê nemir Qedrî Yildirim, Serokê Beşê Kurdî li Zanîngeha Mêrdînê û hin akademisyanên din ev koleksîyon ji St. Petersburgê anîn Mêrdînê. Ji wî çaxî de xebatkarên Zanîngeha Mêrdînê vekolînan li ser wê Koleksîyonê dikin. Di heyva Nîsana 2026an de, koleksîyon ji aliyê wezareta çandê ya Turkiyê ve wek 15 cildan hate çapkirin. Ev gav pir giring e û ev Koleksîyon dê bibe hêmaneke bingehîn ji xebatên akademîk ên derbarê ziman, çand, dîrok û wêjeya Kurdî re.

Berê bav û kalên kurdan gotine:ʺSed bi yekî û yek bi sedî yeʺ. Mela Mehmûdê Bazîdî yek ji wan Kesan bû ku ne tenê wek sed kesî lê wek bisedên Kesan bi wê xebata xwe ya bi Aleksandre Jaba re xizmet kiriye. Berhemên wan bûne mîna mîrateyeke giranbuha ku bidehan kesên zana û tevgerên rewşenbîrî nikarîbûn pirtûkxaneya kurdî bi wan afrendyarîyên giranbuha zengîn bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…