Şer(xwende)van

Arjen Arî

Yén ku ji sifreya şer dixwîn û vedixwin û sih sal e té de diberbihin, dikeriffin; piştî her kuştiné mina şéré ji ser termé néçîra rabûyî, esseh tahma devé xwe xweş kirine, bi zimané xwe yé kirét û bémerés derûdora devé xwe alastine. Û teqez, ewan piştî kuştin û herikandina xwîna Şervan*; Şervané  ne şerxwaz, ne şerker, ne jî li qada şer di eniya şer de; ekla xwîna sor î teze û şîregerm a Şervané xwendevan di biné zimané wan de maye, û pé re gotine ‘ oxxxxyaaaan…çi xweş bû tahma vé xwîné’!
Kuştin, ku ya kurdan be jé eşkeretir û rewatir?
Mirin, ku ya kurdan be jé hesantir û jirézétir?
Xwîn, ku ya kurdan be jé xweştir û helaltir?

Û xwîn, xwîna ku bi ya Şervan re elem û îrîn; ji wexté ku Qabîl tevşoyé kevir î devbivir hilda û seba Leyûza’yé li sere Habîlé bira da û xwîné got, ‘ viiizzzz…’ û vir ve de, qe sekinî?

Ne beriya şûr, ne jî piştî tivengé li ser van axan xwîn ranewestiya!
Péşewayén olî, péximber û réberan şiyan ku herikîna xwîné rawestînin, bersîng bikin?
Kuré Xweda  xwediyé İncilé Îsa karî ré li ber herîkîna xwîna xwe bigire, û bike ku Cihû xwîna wî nekin kahniyén ku hé jî çar mîx, tî tî, téhn  jé vedixwin?
Berî ku wî li çar mîxé bidin, ma ne ev peyama biratiyé û bi hevre jiyîné, xweşbîniyé radigihand  bawermend û peyrewén xwe, û digot,‘ yek şîmaqeké li rûyekî we bide, hûn rûyé xwe yé din bidiné’?
Îsa li tevî rûyé xwe, xwîna xwe jî da!
Muhemmed jî wisa…Muhemmed jî nekarî ré li ber herîkîna xwîné bigire. Nekarî Qur’ané mina nihîtekî téxé devé serkahniya xwîna ku li Rojhilata Navîn  hé jî diherike…Bi qasî ku ewî, qewmén bi ser olén din ve bi sé riyan vedixwend, û got, ‘ cirma kuştiné sed devehén di temenekî, di rengekî, di bejnéké de ye’;karî bike ku Mûaviye li Kerbelayé xwîna neviyén wî neherikîne?
Berevajî véya; li ser navén wan û şopa li dû xwe hiştî, pewrewén wan î hemdem û béxem, mina ku di zamanén dérîn de bijîn, bi her deliveyé dibéjin, ‘ Xwedawend xwîné divén’!
Ji lew, duh û îro li Rojhilata Navîn, li Rojhilata Néz; bi taybetî li ser axén ku bi xwîné hatine avdan, li ser axén ku kirasé xwîné bi bejna wan de hatiyé berdan û bi xwîné hatine pîrozkirin: Jar- us Selam, Mekke, Şam, Quds… xakén ‘pîrozwer’, bajarén ‘minewer’, war û wargehén xwelîser!
Xwelîser in, ji ber ku ji axé pirtir desthelatén tîranî, serwerén rihrebanî, xwediyén di sûreté xwedawandén şeytanî, tîhniyén xwîné ne!
Bi gotineke din, Dehaq’én hemdem in her yek!
Heryek serjéker; heryek bidarveker; her yek kujer, kelepçeker, zîndanker!

Wisa dixuye, wekî duh îro jî li ser van axan nané zaliman zilm e!
Wisa dixuye, li wî welatî kuştina ciwanén béguneh nîvîşké ser nané hinekan e!
Wisa xuye dike, her ku bangén ‘em şer naxwazin’, édî bes e, bes eeeee, bes eeeeee’ bilind dibin, û  her ku mirovén ne şer; xér û aştîxwaz desté biratiyé berz dikin û dixwazin xwe bikin mertalén zindî li pér û pésîrén çiyan; xwînréj bi kuştina Şervanan dixwazin bibéjin’ de bila pahra we giryan, welaté we şînistan be’!

Xwîn raneweste, rondik, xilolîk, hésir dé her biherikin!
Xwîn raneweste, dil û mélak her dé bikizzin, bişewitin!
Xwîn raneweste, kevir û pîşo û hesté dé bigihin hev!
Û ev, dé bibe destpéka agirekî ku qet venemire, netemire!
Atéşperest jî ne alîgiré véxistina agirekî wisa ne!
Lé ev xwestek, xwestek û arezuya xwediyé ‘dewlata kur’ e, ku 80 sal e xwestine/dixwazin du gelan bikin du gurrén dev bi xwîn û wan berî pésira hevdu bidin, û ew jî bi temtéla kesén ‘ agir berdide kayé xwe dide ber bayé’; ji xwe re li herîkîna xwîné, herimîna jîné, raperikîna kîné seyr û temaşe bikin!
Berpisiyarî ew ku herkes ne bi héla pozé xwe ve; bi aliyé eqlé hevbeş ve bibeze.
Berpirsiyarî ew e, ku dawa desthelata ji kirin û kiryarén kirét berpirsiyar, bi ser sere wan de bét qulipandin, da quna reş û quna spî ji hev bét veqetandin!
Berpisiyarî ew e, ku bi liv tevgerén berpisiyarane, hemû hizr û héviyén wan reşerû û rûtariyan én di derbaré pékanîna péşerojeke tar î tarîstan de, bi biriqandina roja azadiyé re dé çîrvîrî hev bibe!
Û dive, bang ev be:
Werin, bi hev re em aveké li vî agirî bikin!
Péşiyan gotine, ‘ agir ku bi çiyan bikeve, ter û hişk bi hev re dişewite!
Dilé ké bi agiré dilé diya şervanan re naperite?

*Şerzan
26705/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz EBDÊ

Xak

rehên xwe li ber ronahiyê vedike

rokê weke piyaleke meyê di 21ê Adarê de vedixwe

Çiya

xeftanekî ji bê davêje ser mile xwe

radibe ser tilîkan û çirayên xwe li quntaran vêdixîne

li asîman reng vedidin

<p...

Dr. Mahmud Abbas

Cejna Newrozê nêzî sê hezar sal berê hatiye avakirin û di dîrokê de weke têgeheke piralî derketiye holê û di nasnameya manewî û çandî ya gelên herêmê de cih digire.

Cejna Newrozê ne tenê cejneke derbasbûyî ye, lê rêûresmek e ku di nav sembolan de ye,…

Fewaz EBDÊ

Şeva qirkirinê

Şeva wêranê

Şevek ji şevên Remezanê

Şevek ji Adara kulên kurdî

Osmanê Ebdo malbat li dora xwe kom kiribû

Xewna zeviyeke genimî berfereh ji wan re digot

Şeva wêranê

Çivîkan baskên xwe ji sibe re amade dikirin û

Keçika…

Fewaz EBDÊ

Helebce!

Ey bajarê ji destê qederê şemitî û

li ser milê ba di xew ve çû

Di bêdengiya gerdûnê de birîn vebû

Şiyar bû, xwe bi girî pêçayî dît!

Ji bilî siya kêlên jibîrkirî li wir tunebû û

ne nalîn…