welateme

Ezîz Xemcivîn

Gelî Kurdan!
Kurdên li Bakur, Rojava, Rojhilat… û hem yên ko li cîhanê belav bûne…
Eger hûn bixwazin zimanê kurdî biparêsin, strana kurdî bi zarokên xwe şêrîn bikin.
Strana kurdî, peyameke zindî digihîne hest û dilê mirov, bila hûn ji kartêkirina wê xayiz nebin!

Çendî strana me ketiye ber talankirinê,
çendî zimanê kurdî hatiye pişaftin û çendî…

XALIS MSEWER

Spas, ji serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Berzanî re
Spas, ji serokê hukûmeta Kurdistsnê re.
Spas, ji hemû kesên ku di bi vê helkeftina giring û pîroz de, mijûlbûne û amadekirine.
Spas, ji vê xaka azad re, ku îro li ser dêmên wê, cavên min ji azadiyê têr nabin, îro ez li ser vê xakê azadim.

Bi…

Nizar Yosif

Tariya şev ê
Tozek kil
Ji kildank a min
Di weşe
Ser bê sînoriya te
Ya ku li her kesî biyan
Çavên te vedibin !
Vebiriqandina heyvê
Her tiştî bi xwe re
Wenda dike

Konê min stara hêmî
Zivêriyek bê deng
Li çîtên kozikê dibê par
Lîsê min biser hev de
Qurmiçand
Di demek taybet de
Li şûna te gotin giriyan
Şîlan weriyan
Hevok ji hev ketin

Konê…

Hoşeng Osê

Her ku navê Amedê tê gotin, berxwedan û serhildan tê bîra mirov. Ji şex Se’îdê kal, heya bi Mazlûm doxan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş…, û Wedat Aydin tên bîra mirov. Her ku navê Amedê tê bilêv kirin, dîrok kevanare, mozayîka şaristaniyan, tê bîra mirov. Her ku navê Amedê dixwînim yan jî dinvîsim, dinasim…

Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se

Wek ku me got: Zorava bi neperoşk destê mêr û jina û bi xwîdana eniya wan û bi dizî û bi çavê tursê û wê ava neyî û bê enterîk û di ber giriyê zarokê li destare hatiye avakirin lê tiştê baş ew bû ku xelkê wê ji hev hezdikirn û di…

Sernivîsa Dîmoqratî *

Di salên pêncî ji çerxa bûrî de, partiya me bi destê nifşekî bijare û zana û bîrewer û hate damezrandin, ev nifşê xwedî bîr û baweriyên siyasî ne tenê li ser asta miletê kurd belê li ser asta tevaya welat, ev nifşê ku bingeha programa siyasî a partîyê danîn piştî xwendin û…

Suad Cegerxwîn

Wek hertim zingilê telefona malê lêxist, mat û westiyayî min destê telefonê hilda da bersivê bidim, Kekê Konê Reş tu yî?! Ser çavan, belê xweşka Suad ez im, min pir hezdikir tu jî li gel me beşdarî rojên wêjeya Kurdî yên şaredariya Batmanê bibî, eger pêkarînên te hebin ezê pir kêfxweş bibim…..


Demhat Dêrikî

1- TU NE HEZKIRINÎ
Min nedixwest ez wan peyvan di darbesta dilê xwe de hilgirim û ber bi goristana bîranîna ve bimeşim û goreke din ji kenderewînan re bikolim! Min nedixwest wan ramûsanên ser lêvan ku bûyîn çîroka xelkê bi kefenhestê xwe bipêçim û te radestî wê gorê bikim… lê çi bikim; awirên te, girnijîna…

Siyamend Brahîm

Piştî ku min der barî amedekirina bûka kovarên Kurdî ASO ya ku ez bi tena xwe li Sûryê derdixînim ,û hinek astengî ji min re derketin, ez mecbûr bûm ku berê xwe bidim paytexta azadiya raman û rewşenbîriyê Beyrûta qeşeng .
Em gihiştin Sînorê pola, ku li seranserî Welatê ku navê wê kirine Sûryê,…

Luqman silêman
Luqman_sileman@live.se

Ji salên heştêyan ve çi kurdê ku dem û dewran li serê wî geriya û felek lê xayîn ket, diniya lê hate hev, pariyê nanê wî di devera wî de nema û rê û rêbar li pêşiya wî hatin girtin û diniya li ser serê wî bû wek tara bêjingê û birçîbûnê…