welateme

Diyar Ehmed

B
i rastî dema kesatiyekê kurd yê navdar, bîrber,rewşenbîr û têkoşer koçbar dibe,ji nû ve em dikevin di xem û kovana wî de, wek ku ji nişkî ve ji me ve hate naskirin,û mîna tavyên baranê nivîs û gotar li ser jîn û jiyana wî têne belavkirin,gelek kes li ser digirîn û gelekên dîtir…

Xelat Ehmed

Yabo
Ev çend rojin, ez dîsa gelek bi xwe re diaxivim.
Bi ser de jî, min duh hewara xwe gihand çemê nêzîkî malê. Ji kûrahiyan, zengilên dûr lêdixin.
Ji vê sibehê de deriyên girtî dibînim.

Bus; tram û trên, deriyên xwe digirin û xelkên têde girtiyên sekin û çûna wan ne.
Hîn bi ser de jî, her yek li…

Cankurd

Mirovekî Misrî, yê bi navê Mensûr Şelbî ye, û ji başûrê Misirê ye (700 KM li jêriya Qahîre), di mala xwe de hinek kaxed û dapiyên kevin dîti bûn, ku hemahema li ber rizînê ne, ji zû ve bizava xwe dike; bi cîh bike ku ew ji pişt û neviyên Sultanê Serkeftî, Selahdînê Eyûbî…

Demhat Dêrikî

Germê, hênkayiya çiya di nava hilma ku ji xakê radibû de, fetisandibû!…di nava vê germê de xwihdan ji canê Jiyan diherikî, tevlî qirêja canê wê dibû… û carna di navberê de destên wê dirêjî pora wê ya heyvekê nehatî şûştin dibû, çend sipeh diketin nava destên wê..careke din ew dîmen li ber çavê…

Qado Şêrîn

Di sala nû de jiyana kurdan serûbinî hev dibe. Gelek guhertin ên siyasî, civakî, çandî û seqayî diqewimin. Mirov dikare bêje ku sala 2011an bi giştî ne sala kurdan e.
Di sala nû de serok û rêberên kurdan li hev tên, bi hev re çayê û bîra Heinikin vedixwin, bi dama dilîzin, dîlana kurmancî…

Simko

Bilbilo rabe ji xew lê bi xwîne her dema
Bike qêrîn û gazî derîne der û xema
Awaza nûjen bike pêre stranê dema
Bêje bêje bilbilo saz û awazê xema

Kanî ew sozên te da vîn û peymana berê
Ro gihandin Şev nema wê gotina tey erê
Te nekarî pêk bînî yek sozê xwe dilberê
Her demî may reqe rû…

Demhat Dêrikî

1. Di geliyekî”bê binî de”,li dora min cendikên miriyan û baskên min şikestî!..Bêhn! Bêhna goştên miriyan di navbera nikilên qijqijkan de sînoran derbas dike! Pêjin dikim; hestên min di navbera cotmemikên laşfiroşa”nûjeniyê de”tê daqurtandin û dîroka min di navbera didanên gorên bê navnîşan de tê hêrandin! Ez kî me? Nema dizanim, ji min pirs…

Şêro DALÎNÎ

Qolincên di hevokên te de ..
Min hêlandikin
Kayina mijûlbûna hestên te yên hardikim
Şaxvedana biryareke di hinavên min de ..
Ji te re şîrovedikim
Dibe ku pêkenîn ..

Ji benîştê dara bejna te be .
Ma raste .. ?
Ma raste divê ku şerê evînê bi dehên caran bikim ?!
Yan jî xwe bi dehên pirtûkan bidim xwendin
Ta ku…

Şepal Hêvo
Shepalhevo@live.de

Çaxa tarîbûn bi ser xêzên rûpela te de dirije, lêvên te ji axeftinê koç dikin…
Ev rojên zigurd di şivarêkên henasên me de bela-wela dibin.Hin ji çavên gotinê û hin ji himbêza navdariyê, ev rastiya ku ji keçkanî ketiye, ev rastiya ku hîn jî xwe ji bo zarokên ku di zikê demê…


Ehmedê Huseynî
Hekîm Sefkan

Min destên te li ser durêyên sawê ji bîr dikirin
Min bêriya pêjna te dikir
Wek ku rê ne ji gava me re hatibû xemilandin
Nasnameyên me di qelşên wê re winda dibûn û dara tûyê di hembêza te de digiriya
Şopên kelogirî tika dikirin û serê roavahiyê li ser balgeha bîranînê ditevizî

Xewên xilmaşbûyî li hêviya…