(Çend agahî ji Ehmedê Huseynî) re

  Şepal Hêvo  
Shepalhevo@live.de 

Çaxa tarîbûn bi ser xêzên rûpela te de dirije, lêvên te ji axeftinê koç dikin…

Ev rojên zigurd di şivarêkên henasên me de bela-wela dibin.Hin ji çavên gotinê û hin ji himbêza  navdariyê, ev rastiya ku ji  keçkanî ketiye, ev rastiya ku hîn jî xwe ji bo zarokên ku di zikê demê de dîl bûne xwe bi arzanî dide. Û hîn jî yên birêz qamika  pênûsên xwe bi topiskan paqij dikin.
Bila peyvên  kulek xwe bi qurbana wan zarokên ku di helbestê de  ji serma bêjîbûnê dibine hilmek û di asîmanê nivîsandinê de çengên xwe diyarî me dikin, bila bi qurbana wan leşkerên ku pasvaniya sînorên afirandinê dikin, bila bi qurbana pêlavên wan bibin.
Eger ji dergehê Felsefeya Kant, Dîkart, Firoyd, Hîgil, Markis û toreya cîhanê tu delîveyên bazdan û  revê bibînî, ez ê te bi bejna gotinên te  bidarve bikim. Û eger dixwazî bibêjî: Xwendevanên birêz, û xwe bikûzînî û çîrokeke bombekirî di guhê wan de biteqînî, bizane ew xwendevan ne yê ku di qurtekê de di zengelorka ragihandinê de tête xwarê.
Ev gengeşeya arzan, lawaz  û pîs, Çarçiya U’kaz û devavêtina Cerîr û Ferezdeq tîne bîra me, ango ez dikarim bibêjim: Hîn jî bandora zimanê erebî û bi taybetî beşê herî daketî ji toreya wê li me dibe, lê bi carekê wê dibîne mertalê rexneyê yê resen. Û ji bo nav û kursiyên xwe dikarin her kurdekî ji xewê şiyar bikin û jê re çîroka xwe pîne bikin.
Gelo di van her du mehên bûrî de çend nivîskar û çend siyastmedar ji nav me koç kirin? Gelo kesî navê Me’rûf Xeznedar li ser ekranê malperên kurdî dîtin û li ser keda wî axifîn? Ev tev de ji me re ne gerek bû, filankeso sergovendî girt bêvankeso bû mêvanê wê Tv yê û ta b.d, her kes di baweriya xwe de ku ew lehengê dastanekê yê, lê çawa û çilo ew nizane.
Ev kesê ku ji mêj ve dest bi vekirina dibistanên balkişandin û vebûnên şaristanî kiriye, nikare gotarekê li ser aloziyên ku dibine astengî li ber damezirandina pêpelûka yekemîn di toreya kurdî de binivîse, ha hooooo qey nikare bi wê standerbûna ku xwe pê paye dike, hinekî ji xwe daxe û li ser toreya Firansî , Rûsî, Elemanî, biaxife, yan jî li ser keda hin nivîskarên cîhanê yên ku bûne hêman û egera xwendinê binvîse. Na tenê parastinên kesayetî jê re gerek in.

Bi vê rewşa jihevketî û bi van mijarên xûz ev çanda adînoş berê xwe dide devera ku hîn jî li wir xemên xwe distre û pê kilorekê ji mirinê re çê dike, û di dawiyê de lêbûrîna xwe ji xwendevanên birêz dixwazim ku min berê vê babetê berfirehtir nekir û min nexwest ew gotinên nazik bedewbûna xwe winda bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…