E-Mail


Xelat Ehmed

Yabo
Ev çend rojin, ez dîsa gelek bi xwe re diaxivim.
Bi ser de jî, min duh hewara xwe gihand çemê nêzîkî malê. Ji kûrahiyan, zengilên dûr lêdixin.

Ji vê sibehê de deriyên girtî dibînim.
Bus; tram û trên, deriyên xwe digirin û xelkên têde girtiyên sekin û çûna wan ne.
Hîn bi ser de jî, her yek li cihekî digere da bi tenê rune,
û dîsa bi ser de, her yek muzîka xwe dike guhê xwe û hîn di tenêbûna xwe de diçe.
Yên bi hev re diaxivin jî; tenê di ber deriyên hev re dibuhurin; kesek deriyan derbas naka.
Derî tev girtî ne.
Ji êvarî de gula dixwim.
Wesa dizanim, dîsa li ber girtina deriyên xwe didim.
Zore
Gelek zore babo : Dê vî bajarî çawe derbas bikim? Rê ya min, dê çawe bi ser min ve bibe? 
Evqas buyer û rojên zehmet ez birîm û hîn ji min weye jiyan xewn e.
Sihe
Mirov tenê siheke di temenê cîhanê de, ji kêlîkekê kêmtir derbas dibe. Û hewqas payetî !!!!
Zûrich van roja sar e,  
 Ji serma dilerizim, ne ji tenêbûn.
 
 
NOT:
1. E-maila bavê min nîne da ez vê nameyê jê re bişînim. Ez telefuna wî jî bikim, wê bêje, keça min dîsa bi kewên mirar dinvîse. Ji bilî te û çem, kes nebû pêre biaxivim, li min bibure.
2. Tu dizanî !! carina  ji min weye ez dareka şîn im, hema di tenga xwe re gihame. Carina jî, dikim bawer bikim ku xwedayê peyvan li ser pela gulekê hij min kir, bi biharê avis bibûm. Ne gunehê te ye ; bi xwe hîn ji zû ve, di xewna xwe de dişewitim.
3. Carina jî – di gel ku ez dizanim di kavilên xwe de girtî me_ dîsa jî çavên xwe ji runahiyê re bê hefsar berdidim. Heman li cendekên xwe diherpilim. Serê min li hedan dikeve, dîsa jî ji min weye ev kavil tenê xewn e. Carek din, nuh ji nuh ve, dest bi kuştina xwe dikim.
4. Min pêş te ve hundirê xwe vajî kir. Bila dilê te ji min nexele.
5. Bavê min van tiştan tevan nizane û dê jê re nebêjim û wê bersiva min nede.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…