ÇEND HEVOKÊN DILÊ MIN


Demhat Dêrikî

1. Di geliyekî”bê binî de”,li dora min cendikên miriyan û baskên min şikestî!..Bêhn! Bêhna goştên miriyan di navbera nikilên qijqijkan de sînoran derbas dike! Pêjin dikim; hestên min di navbera cotmemikên laşfiroşa”nûjeniyê de”tê daqurtandin û dîroka min di navbera didanên gorên bê navnîşan de tê hêrandin! Ez kî me? Nema dizanim, ji min pirs nekin!
2.Du lêv di nava şeveke ewrînî de,sînorên mîtolojiyên tazî di navbera memikên serhildêr de,li pey xwe dihiştin!..Hembêz, lerzîn, ahîn û barana şevê!..Baran barî, baran dibarî!..û du lêv ji qada cengê bê hiş diketin..û şiyar dibûn, tenê landika derewan li şopa wan ma!
3.Di nava wê tofana bagerî de ku ji asîman barana”xwînê”bi ser me de dibarî, di wê sengerê de çavek te peyama lerzîna dilê min dixwend û çavê din tolhildana xakê dixwend!..Lê, awirên te pir bû û hestên te bi gavên seglawî, li ser ber bi xakê ve lezgîn bûn…û di hembêza dilê min de destana şewata daxwazên qedexe dinivîsand!

4.Esmerê, berî tu navê  min bi pîtên dil di nava nasnameya dilê xwe de binivîsê,ez li çolistanan kesek vederbûm,tovreşê peyamên miriyan bûm!..lê niha, kêliyên min navê bêrîkirina te ne! Ramûsanên te dibin ayende pişkivîna gulên buhara dil û piştî velerzîna di paxila te de, hest li ser dêmên te bi aram vehesîn dikin û di nava dergûşa xewnên şevên te de xewa aramiyê dikin!

5.Li wê sibeha tavsorkê li kolana we ya dilveker silav dayî çavê min, awir ber bi şaneşîna te ve bilind bûn;hest li pey ramanê, raman li pey aşopan wargehên xwe li ser binkiraskê te yê bêhna şevê jê diforî vedan û di navbera her du memikên te yên nûgihayî de dildaxwazên min, meya her du lêvan vedixwar,eha ji wê rojê were tu bûyî stiya dilê min!

6.Hestên te di nava hestîkên miriyan de meşa kolana gorkolanê dikin û vejona te bûye barkêşê derûna hembêzkirina jidevxweberdanê û awirên te hemî kenên periyan di nava şîngirtina konên reş de dadiqurtînîn û tu çêl evîna dilê xwe dike, na xalo na, wa evînê ji derdên te xwe sêdare kiriye!

7.Esmera Farqînê, kelogiryên min li ser şopa lingên te dilopên hêsiran rêz dikin! Rê diêrj dibe, karwanên xewnên min di nava bablîsoka sêlaxê de, ziwabûna gewriyên xwe bi devkenokiya te tîna xwe dişkînin! Rê dirêj dibe…lê, kelha Amedê dilê min di nava dîwarên xwe de diguvêşê, gazî min dike!..Rêk dirêj dibe, lê jana te nêzîktir dibe!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…