Texmînên sala nû

  Qado Şêrîn

Di sala nû de jiyana kurdan serûbinî hev dibe. Gelek guhertin ên siyasî, civakî, çandî û seqayî diqewimin. Mirov dikare bêje ku sala 2011an bi giştî ne sala kurdan e.
Di sala nû de serok û rêberên kurdan li hev tên, bi hev re çayê û bîra Heinikin vedixwin, bi dama dilîzin, dîlana kurmancî digerînin. Dijminên wan jî dibêjin: îca emê di kîjan qulê de xwe veşêrin.
Mirovek bi çarenûsa gelê kurd dilîze, ta bi hestiyê kurdan dikeritîne. Kurdan bê vîn, bê hêz û bê biryar dike. Rojane kurdan bi zirt û fort, bi soz û pêşniyarên vala, bi rondik û diruşmeyên vala, dixapîne. Kurd jî ji xapandinan re tim amade ne.
Kurd ji hev hez dikin, kî kê dibîne sê caran maçî aniya yê din dike, diçin dest û lepên hev, hema mirçe mirça wan e û maçî hev dikin, dibin xal û xwarzê.
Serok û rêberên kurdan xwe rexne dikin. Her ji çar salan jî tên guhertin û ji diktatoriyetê re bay bay çê dikin. Li xwe mikur tên û dibêjin: çîz, em têkçûn, êdî bila rewşenbîr serkêşiya me bikin.
Çanda rexneyê di nav kurdan de bilind dibe. Rexne dibe mîna vexwarina ava tirî, kesek nema kirasê xwe ji bo rexneyan diçirîne. Kurd ji dû rexneyê nema tawan, sixêf û bêbextiyan li hev dikin. Hemû bi rexneyan kêfxweş dibin.
Li başûrê Kurdistanê jin nema xwe dişewitînin, û bi dengekî bilind bang dikin: êdî bes e, îca bila mêr xwe bişewitînin û biçin cehnemê, ma hema şewitandin bû para me.
Nivîskar û rewşenbîrên kurd bi simbêlan sûnd dixwin ku êdî nema bi zimanê serdestan dinivîsin.
Sala 2011an dibe sala axaftina bi kurdî, bi taybetî kurdên Europa bi kurdî diaxivin û nav ên mîna Kurdistan, Kurdo, Welat û Dîko li zarokên xwe dikin. Êdî nema ji ber zimanê kurdî şerm dikin.
Komîtek hevbeş ji xwedî û rêberên televizyonên kurdan tê damezirandin, soz didin hev ku êdî mîna yek şivan û rêberî kurdan ber bi hezkirinê ve bajon. Û serê kesekî bi paçikan mezin nekin. Tiredîn, qeşmer, tewtewe  û beradayan nekin hunermend, siyasetvan, rojnamevan û tiştin din.
Di vexwendinên ji bo mehrecanan, konfiransan, televizyon, semîner, şahî, pêşengeh, mûlid û xwarina hêkên du zerdikî  de,‘’xal û xwarzêtî’’ namîne.
Dewletek serbixwe binavê Kurdistan berî sala 2020an ava dibe. Kurd in li dij derdikevin.
Partiyên rojava xwe rexne dikin, soz didin ku êdî mîna paramisyom nema perçe bibin û nema li dij hev derkevin. Serok û rêberên partiyan cihê xwe didin xort û ciwanan û dibêjin: çîz, ne me tiştek kir, ne jî em dikarin tiştekî bikin.
Li bakurê Kurdistanê giya ji bin keviran serê xwe bilind dike û fen û fûtên Ak partî û Ardogan eşkere dibin, kurd jî bi tepan bi serê xwe dikevin û dibêjin: wax..wax..li me pepûk û şeşûkan, em dîsa xapiyan.
Kurdên Soran xwe fêrî kurmancî dikin û dibêjin: bay bay ji nijadperestiya kurmanciyê re.
Kurd bi giştî xwedî li kurdên rojava derdikevin û bi taybetî PDK û PKK, hemû bi hev re dibêjin: rêjîma zalim hestiyên birayê me yê piçûk dikeritîne, û em vê qebûl nakin. PDK biryar dide ku bernameyek taybet bi navê Rojava di Kurdistantv de li ser kurdên rojava bê weşandin.
Nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd ji durûtî, koletî, bêdengî, keysebazî û helwestfirotinê re dibêjin: bay bay.
Hikûmeta Iraqê ya nû dirûxe û kurd xwe birêve dibin, lê ji bo çarenûsa xwe dikevin devê şûşeyekî teng û şaşo maşo dimînin, û nema dizanin çi bikin.
Aboriya Emerîka geş dibe, lê gelek bûyerên mezin li Emerîka diqewimin, wek; agir bi gelek deveran dikeve, lehî û ba û bahoz hema hema aboriya Emerîka têk dibin.
Li Efrîqya gelek guhertinên bingehîn çê dibin, gelek diktator diçin û demuqrat tên.
Libnan wêran dibe, şerekî mezin lê çê dibe, û li Sûriye guhertin in siyasî mezin diqewimin, Serokê Sûriye tê guhertin û yekî kurd şûna wî digre.
www.qadoserin.com

30/12/2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…

FEWAZ EBDÊ

Evîna me ya kevne-nû

Gelek xewnên xweş û şêrîn

bi xwe re anîn

Xewna pêşî

li Qamişlokê pişkuvî

ji xewa li ser ban û

<p...