Hişmend Şêxo
“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”
Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û di benda wê ya çarem de wisa dibêje :
“Çi gava siya koledar ji ser welatê me Sûriyê bi dûrkeve û rêya têkiliyên derve bête birrîn , P.K.D.S ji bo (400000) kurdên ku li Cizîrê , Kaniya-Ereban , û Çiyayê Kurmênc dijîn dê rêzanek taybet bixwaze , da ku mafên wan ên siyasî , civakî û zanistî di nav welatê Sûriyê de bê parastin.”Piştî danûstandin bi hejmarek ji xebatkar û rewşenbîrên kurd re li Parêzgeha Helebê hate kirin hersê hevalên pêşîn û hevalên Efrînê gihan biryarekê li ser dîroka damezrandinê û hinek guhertin di navê partî û tozika navxweyî de bibe , û di Çardehê Cehzerana sala 1957an de pêşengên gelê me (Dr.Nûredîn Zaza , Osman Serbrî , Hemzê Niwêran , Ebdilhemîd Derwîş , Reşîd Hemo , Mihemed Elî Xoce , Şewket Henan , Xelîl Mihemed , Cegerxwîn , Şêx Mihemed Îsa) weke desteyeke damezrêner (Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê) damezrandin ji bo rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike û xewn û hêviyên kurdan di welatekî Demoqrat de pêk bîne. Lê piştî demeke kurt ji damezrandina partiya me yekîtî di navber herdu welatan (Sûriyê û Misirê) de çêbû wê demê dest bi girtina çalakvanên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî hemû heval , dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji lêxistin , kehrebe , kotek û işkenceyên hovane, Lê vîna gelê kurd û hişmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan regezperestan bi hêztir bû, Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiyê biryarek stand bi vêxistina “Agirê Newrozê” li Sêsid û Şêst gundî Efrînê da ku neyarên gelê me zanibin kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye Lê belê ji wê zêdetir li Efrînê ye jî , û Ji wê rojê de hişyarbûna netewî di nav gelê me de dest pêkir.
Piştre hikûmeta jêdabirrînê bi armanca tunekirina hebûna netewî ya kurdî dest bi pirojeyên nijadperest kirin wek pirojeya amara awarte di sala 1962an de û pirojeya zinara erebî di sala 1966an de bi armanca peydakirina kembereke nijadperest da ku cudahiyê di navbera herêmên kurdî de li Sûriyê û Kurdistana Turkiyê de bike û gelek piroje û kiryarên nijadperest meşandin lê tevî wê vîna heval û xebatkarên partiya me neçelmisîn, lê belê hêzeke zêdetir da wan ji berdewamiya xebatê re ji bo parastina hebûna netewî ya kurdî û peydakirina mafên netewî yên rewa ji gelê kurd re di çarçewa dewleteke demoqrat û pir netew de , herwiha wan kiryarên şovînî nikarî bûn bandorê li ser siyaseta me ya rêyalîst û rastbîn bike , ew siyaseta ku “Partiya Pêşverû” li ser bingeha netewî û niştîmanî ava kiriye dûrî siloganên qebe , û ji ber vê yekê partiya me guhdanek taybet û girîngiyeke mezin da pêşxistina peywendiyan bi hemû pêkhatên civaka sûrî re ji ereb , suryan , kild û aşoriyan re.
Di vê bîranînê de ez dixwazim xebat û helwestên “Partiya Pêşverû” li ser sê astên sereke nîşan bidim
Yekem : Li ser Asta Niştimanî ya Sûrî
Piştî sala (1970)de partiya me zêdetir di nav tevgera niştimanî ya sûrî de xebitî û bi rolekî çalak di nav meydana siyasiya sûrî de cihê xwe girt û bi taybetî di dema damezrandina (Ragihandina Şamê) de , lê piştî ku bayê guherînê bi ser Rojhilata Navîn de hat partiya me daxwaza li darxistina kongirekî niştimanî Sûrî û kongirekî niştimanî kurdî kir û di wê çarçewê de xebata xwe berdewam kir.
Duwem : Li ser Asta Netewî ya Kurdî
Ji roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê di Çardehê Cehzerana sala 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna gelê kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , û bi dirêjahiya salan di jiyana xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di piştgiriya tekoşîna gelê kurd li Kurdistana Başûr , Bakur, û Rojhilat de , û di vê derbarê de kedkariyek mezin daye , herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna peywendiyên du alî bi tevgera Kurdistanî re li ser bingeha rêzgirtina doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û herdem tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li her perçakî Kurdistanê , lewre Partiya Pêşverû bi dirêjahiya salan rastî gelek astengiyan hatiye û gelek êş û azar dîtine ji zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me ji aliyekî ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve , lewre di gelek qonaxên xebatê de şerê me hatiye kirin carekê bi behaneya (Markisiya Lênînî), û carekê jî di bin navnîşana (Berzanî û Berzanîzmê de) , Tevî ku dijminê me bi tundî şerê me dikir , lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî , û li hember vê yekê li gor karîn û zanîna xwe “Partiya Pêşverû” herdem bi hişmendî xebata xwe berdewam kiriye û bi tundî li hember siyasetên tunekirin , pişavtin û dagîrkeriyê rawestiye.
Xwendevanên hêja :
Hevalên xebatkar, dostên rûmetdar:
Em di demekê de bîranîna Şêst û Neh saliya damezrandina partiya xwe bi bîr tînin û vedijînin ku pêşahtên mezin li welatê me Sûriyê çêbûne û welat di rewşek hestiyar re derbas dibe û bi taybetî piştî rûxwendina rejîma Be’s bi hemû simbol û ragireyên wê em tekez dikin li ser birrîna regezpetestiyê bi şêwazekî mayinde , û avakirina dewleteke demoqrat , şaristanî daku mafên hemû pêkhateyên civaka Sûrî têde parastî bin dûrî siyasetên tund û tunekirinê ya ku li ser gelê kurd û doza netewî ya kurdî dihate meşandin.
Di bîranîna Şêst û Neh saliya damezrandina “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” de em tekez dikin û dibêjin “Partiya Pêşverû” wê bimîne dibistanek xebatkarî ji gelê kurd û hemû gelê Sûrî re û bi rêbaza xwe ya hişmend û rêyalîst û pêşketî wê bimîne hilgirê al û doza netewî ya kurdî li Sûriyê , herwiha wê berdewam be ji piştgîriya xebat û têkoşîna gelê kurd ji Kurdistana Bakur , Başûr û Rojhilat re li gor taybetmendiya her parçeyekî Kurdistanê û li gor taybetmendiya doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê.
Di dawiyê de ez we piştrast dikim ku Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ne tenê partiyeke kurdî ye û hew , lê belê ew dibistaneke netewî Kurdistanî ye û partiya hemû Sûriyan e, ligel hemû kesên ku çavnebariya berjewendiyên Sûriyê dikin. ji bo bidawîkirina êş û azarên Sûriyê û gihiştina çareseriyeke siyasî ku bibe sedema avakirina dewleteke demoqrat , nenavendî , xwedî sîstemeke pir reng û pir netew. Herwiha dimîne dibistaneke xebatê ji bo pêkanîna xewn û hêviyên gelê me di Kurdistaneke serbixwe û azad de.
Di vê roja dîrokî de ez endezyarên partiya xwe Mamoste Ebdilhemîd Derwîş , Mamoste Reşîd Hemo û hemû hevalên damezrêner û pêşengên ku rêya xebatê ji mere vekirine bi bîra xwe tînim û bejina xwe li ber giyanê wan diçimînim.
Herwiha ez germtirîn silav û pîrozbahiyan li tevahî gelê xwe dikim û dibêjim :
Erê hîn mafên netewî yên kurdî di makezagona welêt de nehatine çespandin, lê bawerî li ciye û hêvî bilindin ji berdewamiya xebatê re da ku gelê me ji dagîrkeriyê rizgar dibe û dighê mafên xwe yên netewî di welatekî Azad û Demoqrat de.
Bijî bîranîna (69) damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Serkeftin ji doza me ya dadmend re
Heleb /14 / 6 / 2026 Z – 2638 K
*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê