Sîrwan H. Berko – Berlîn
Dem adara 2004ê ye. Li Qamişlo, Efrîn, Kobanî û bajarên din xwîna ciwanên kurd dirije. Qêrîna Kurdan sînorên herêmên kurdî derbas nakin. Kurd xwe davêjin bextê cîranên xwe yên sûrî. Kurd xwe davêjin bextê cîhanê. Xwîna ciwanên kurd dirije û dirije. Qêrîna ciwanên kurd di zindanan de tê kuştin. Demeke dirêj…
Konê Reş
Ezbenî! Min bîr ne dibir çima;
Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê,
Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc
Di hewşa mala min de radizên?!
Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî..
Her êvar li min dibin mêvan?!
Erê, min bîr ne dibir çima;
Darên Beriwa ji ser çiyayên min direvin û
Darên Çinarê, ewên kevnar, didin pey wan..?!
* * *
Ezbenî! Em bi…
Îbrahîm GUÇLU
Heval û Dostên Hêja,
Min, îsal, Cejna Newrozê, li Başurê-Rojavayê Kurdistanê pîroz kir. Salên buhurî jî – salek na – min hemû Cejnên Newrozê li Bakurê Kurdistanê pîrzo kirin. Li Başurê – Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê Newroz pîroz kirin, xwediyê ferqek mezin e. Li Başurê-Rojavayê Kurdistanê, Kurd, bi dehan salan e ku bi…
Serokê yekê ê Parlamentoya Herêma Kuridstanê û endamê Buroya Siyasî ê PDK-ê ê berê Cewher Namik Salim îro; piştî 24-ê şevê li Swêdê Stockholmê li nexweşxaneyê ji ber kansera pişikê jiyana xwe jidestda.
Cewher Namiq Salim yek ji endam û pêşmergeyên kevn ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-ê) bû. Di nav partiyê de wek kadroyeka çalak…
Arjen Arî
Heke hûn ji ser vé axé bin, di nava vé civaté de we rih spî kiribe, rojeke ji rojan li cihekî ji cihan, dibe ku we bihistibe ev çîrok ji devé hinekan. Lé we bihistibe jî, we yé ev çîrok nexwendibe di pirtukan de. Werin ev çîroka ku dé tékeve nava rûpelan û…
Her sal bi hatina roja 21-ê heyva Avdarê re, gelê Kurd serûber, cejna xwe ya netewî, Newrozê bi bîr tîne, biçûk û mezin, jin û mêr, zarok û navsal bi dil û can dixwazin pê şa bibin. Vêca li gor merc û hoyên ji hev cuda, taybetmendiya her welatek û herêmekê, şêwe û…
Ferhad Şêxê
Ji Çilrojiya koçkirina kebaniya xwe Fehîma Hemo (Diya Awat), re dikim diyarî, Ji roja 20 adara 2011 an re
Şêrîna min!
Bi ciwanî, bi xortanî
Min tu xwedîkir;
Min tu anî..
Şêrîna min!
Bi rengê Ferhad û Şêrîn
Bi awaz, bi lîlan, bi dîlan
Min tu anî..
Li nav baxê gulistana
Min tu danî..
Şêrîna min!
Gelk xaç û rê li…
Yekîtiya Nivîskarên Cîhanê, PEN, a ku di sala 1921’ê de wekî navendekê hate damezirandin, piştî 90 salên di ser damezirana navenda pêşîn re derbas bûyî, îro federasyona klûbên wêjeyî ye, li 102 welatan xwe bi rêkxistin kiriye, xwediyê 145 navendên serbixwe û xweser e.
Li tevahiya cîhanê, PEN xwediyê 16 hezar endamên bi rûmet e….
Husên M. Hebeş
Welatê min e
Ez dizanim ew ne jêhatîtir e, ne şehrezatir e, ne zîrektir e
Û ne jî ji welatên din xweştir û çêtir e
Lê ew welatê min e
Tenê bayê wî bi min xweştir û nermtir e
Ez dizanim ko darên wî ne kesktir in ji darên welatên din
Û stranên çivîkên wî ne xweşiktir in ji…
GABAR ÇIYAN
Binavkirina peyva ”jenosîdê” nû ye. Lê dîroka ”qirkirin û ajotina etnîkî” têra xwe kevnare ye. Weke mîsal, dagirkirina erd û xaka xelkên din û qirkirinên ku ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve li dijî komên etnîkî hatine pêkhatin îro jî dibe mijara gelek civînan. Îro jî êşa di rûhê wan de didome. Pirs bi azadî…