Xwîna ciwanên Deraayê dihêlin ku Kurd Kurd bin

 Sîrwan H. Berko – Berlîn

Dem adara 2004ê ye. Li Qamişlo, Efrîn, Kobanî û bajarên din xwîna ciwanên kurd dirije. Qêrîna Kurdan sînorên herêmên kurdî derbas nakin. Kurd xwe davêjin bextê cîranên xwe yên sûrî. Kurd xwe davêjin bextê cîhanê. Xwîna ciwanên kurd dirije û dirije. Qêrîna ciwanên kurd di zindanan de tê kuştin. Demeke dirêj xwîn, qêrîn, birîn û êş dibin navnîşanên Kurdan li Sûriyê. Kurd bitenê dimînin û gazinan dikin.
Dem adara 2011ê ye, heft sal piştî adara êşê ya Kurdan. Li Deraayê xwîna ciwanên bajêr dirije. Dengê qêrîna wan perdeya ezmên diçirîne. Dengê rijandina xwînê dikeve guhên cîhanê. Dengê fîşekên mêrkuj dikeve guhê her welatiyekî sûrî, di nav wan de welatiyê kurd. Li Deraayê xelk tên kuştin û cîranên wan bêdeng in. Kurd jî bêdeng in.
Xwîna ciwanên Deraayê dibe sedem ku Kurd îsal ji bo yekemîn car di dîroka xwe de li Sûriyê bê pirsgirêk Newrozê pîroz bikin. Ji bo yekemîn car di dîrokê de nûnerên rêjîma Sûriyê Newroza Kurdan pîroz dikin. Ji bo yekemîn car di dîrokê de alavên ragihandinê yên rêjîma Sûriyê behsa Newroza Kurdan dikin. Ji bo yekemîn car di dîrokê de li Sûriyê Kurd dikarin Kurd bin bêyî ku kesek bê girtin an kuştin. Ev ne serkeftina Kurdan e, lê bûhayê xwîna ciwanên Deraayê ye. Bêdengiya li hemberî rijandina xwîna ciwanên Deraayê pejirandina wê ye.
Di van rojên dijwar de divê her Kurdek ji xwe bipirse: Gelo ez çi dixwazim? Divê tevgera kurdî ji xwe bipirse bê ew çi dixwaze. Divê ev tevger herweha vê pirsê ji xwe bike: Gelo çima rêjîma Sûriyê van rojan dihêle ku Kurd Kurd bin? Rêjîm dizane çima. Lê ma gelo Kurd jî vê yekê dizanin?
Di van rojên dijwar de rêjîma Sûriyê ji Kurdan hesaban dike. Ew ne ji bo xêra Kurdan dihêle ku ew bi kurdbûna xwe şa bin. Ku em bixwazin qebûl bikin an na, rastiyek derket holê: Rêjîm dîsa bi Kurdan dilîze û wan ji bo armancên xwe yên demî bi kar tîne. Kurd şaşitiyeke dîrokî ya pir mezin dikin: di heqê xwe de û di heqê her Kurdekî de, ku bûye goriyê kurdbûna xwe.
Di van salên dawî de rêjîma Sûriyê gelek soz dane Kurdan ku hin pirsgirêkên wan çareser bike. Bi zimanê rêjîmê soz yanî derew. Yan tevgera kurdî fêrî zimanê rêjîmê nebûye. Yan ew dixwaze ku berdewam derew lê bên kirin. Di herdu rewşan de jî tenê rêjîm qezenc dike û tevgera kurdî careke din teqez dike ku ew tevgereke ku nizane çi dixwaze!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…