Bo pêngava damezirandina Navenda PEN’a Kurd daxuyaniya çapemeniyê!

Yekîtiya Nivîskarên Cîhanê, PEN, a ku di sala 1921’ê de wekî navendekê hate damezirandin, piştî 90 salên di ser damezirana navenda pêşîn re derbas bûyî, îro federasyona klûbên wêjeyî ye, li 102 welatan xwe bi rêkxistin kiriye, xwediyê 145 navendên serbixwe û xweser e.

Li tevahiya cîhanê, PEN xwediyê 16 hezar endamên bi rûmet e. Ew platformeke azad a peywendî, nîqaş û hevkariya nivîskarên hizircuda ye. Mebesta wê ya sereke û hevbeş bi serweriya wêjeyê pêşîlêvekirina aştiya cîhanê ye. Lewma, PEN li dijî her cure sansûrkeriyê, tundûtûjiyê û kîn û nefretê ye. Klûbên PEN’ê ne ta û ne şax in; yek yek navendên serbixwe ne.
 Li welatên xwedî  pirrziman, ji navendekê zêdetir PEN hene. Bo nimûne,  li Spanyayê, ji bilî PEN’a Spanî, PEN’a Katalan û ya Baskî; li Swîsreyê, PEN’a Elman û ya Roman heye. Li erdnîgariyên berfireh jî, wekî Awistirya û Emerîkayê, ji yekê zêdetir navend hene. Ji hêla din ve, hin PEN li sirgûnê ava bûne. Bo nimûne, PEN’a Îranê, PEN’ Kûbayê, PEN’a Ûygûr û PEN’a Kurd a li Elmanyayê.
Em kesên nav û şanenavên wan li jêrê diyar kirî, di sêrî de bi destûr û erêkirina hosteyê mezin ê wêjeyê, Yaşar Kemal û 30 kesên ku di lîstê de navên wan hatine rêzkirin, me Komîteya Pêngava Damezirandina Navenda PEN’a Kurd saz kir. Komîteyê di destpêkê de ji rêveberên PEN’a Navneteweyî, rêzdar Eugene Schoulgin vexwende Amedê. Piştî dîdariyeke germ û dostane, li gel berevaniyê, me piştgiriya wî ya xurt wergirt. Ji hêla din ve, piştî ku daxwaza me ya di vê biwarê de gihişte ber destên wan, rêveberiya Navenda PEN’a Tirkiyeyê ya ku dergehê wê ji nivîskarên zimanên din re jî vekirî ye, kêfxweşî û piştgiriya xwe bi riya serokê xwe yê hêjayî rêzgirtinê, birêz Tarık Günersel desteka xwe eşkere kir û ragihande raya giştî.
Ji hêla din ve, me piştgiriya devkî ya PEN’ên SkandînavyayÊ jî wergirt û me mebesta xwe ya di vê babetê de bi nameyeke nefsbiçûk ragihande rêveberiya PEN’a Kurd a li Elmanyayê. Ciyê kêfxweşiyê ye ku me têkilî bi sekreterê PEN’a Navneteweyî, rêzdar Frank Geary re danî û me pêşerêkirina wî jê wergirt.
Ji niha û bi şûn de, pêvajoya rûtîn û perîyodîk a damezirandina PEN’a Kurd dest pê dike. Ev yek jî dê wiha be: Belgeyên pêwîst dê pêşkêşî PEN’a Navneteweyî bêne kirin. Armanca me ew e ku biryara damezirandina PEN’a Kurd, di Kongreya Belgradê, kongreya ku di navbera 12-18 Îlona 2011’an de were gêran, derkeve. Ew jî nebe, biryar dê taloqî sala 2012’an, Kongreya Seûlê bibe.
Edî wext e ku kesayetên Kurd, kesayetên di wêje û huner û çandê de xwe bi berhem û  afirandinên xwe heyî kirine, saziyên ku di qada navneteweyî de xwedî hêz in û navên wan ciyê rêzgirtinê ne, ava bikin û wan bikin hêzdariya dezgeh û rêkxirawên xwe yên heyî. 
Bi vê daxwazê, PEN’a ku dê li Amedê were sazkirin, digel ku gewdeyê wê dê Kurdî be, deriyê wê ji ziman û nivîskarên zimanên din; Tirkî, Ermenkî, Suryanî û Erebî re vekirî be.
Desteya Pêngava Demezirandina Navenda PEN’a Kurd, bi vê daxuyaniyê pêvajoya damezirandina Navenda PEN’a Kurd li Amedê dide destpêkirin û vê mebesta xwe radigihîne raya giştî.
Li gel rêzgirtinê
18 Adar 2011
Amed
Komîteya Pêngava Damezirandina Navenda PEN’a Kurd:
Şeyhmus DİKEN – Nivîskar, Nûnerê PEN’a Tirkiyeyê yê Herêmê
Mehmet DEVİREN – Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd
Arjen ARÎ – Helbestkar, Nivîskar, Damezirînerê Komeleya Nivîskarên Kurd, Endamê PEN’a Tirkiyeyê
Lal LALEŞ – Helbestkar, Nivîskar, Weşanger, Endamê PEN’a Tirkiyeyê
Kawa NEMIR – Helbestkar, Nivîskar, Wergêr, Edîtor, Endamê PEN’a Tirkiyeyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…