Nameya Newrozê

    Her sal bi hatina roja 21-ê heyva Avdarê re, gelê Kurd serûber, cejna xwe ya netewî, Newrozê bi bîr tîne, biçûk û mezin, jin û mêr, zarok û navsal bi dil û can dixwazin pê şa bibin. Vêca li gor merc û hoyên ji hev cuda, taybetmendiya her welatek û herêmekê, şêwe û durişmên cur be cur û pir reng têne hildan û bikaranîn. Lê, naverok yek e, hestên dilgermiyê û hişyarbûna netewî ye, dengvedana doza Azadî, Aştî û Wekheviyê ye, doza mirovhezî, şahî û xweşiyê ye.
   Li vê dawiyê, li ser daxwaza hinde endamên komela neteweyên yekbûyî, rêxistina Yoniskoyê-UNSCO- erê kiribû û biryara xwe dabû ku, Newroz weke cejneke cîhanî bête pejirandin û nasîn, lê mixabin, bê ku gelê Kurd bi nav bibe.
    Li Sûriyê, li dirêjahiya bêtirî 50 salî, xebatkarên Kurd ên demokrat, bi roniya çavan , bi cerg û hinavan,  Newroza gelê xwe parastine û her dê biparêzin, ji ber ku ev Neroza me, ne tenê cejneke salane ye û hew,lê belê, şana rûmetê, hebûn, vejîn û jîndariya gelê Kurd e, lewre jî, cejna Kurdan ya herî biha û Pîroz e.
   Di dema îro de, ji bilî pêxistina agiran li serê çiyan, li seranserî herêmên Kurd li Sûriyê, Kurdax, Kobanî û Cezîrê, digel bajarên navdar mîna Heleb, Şam, Hesekê, Reqê û Latakiyê jî, Newroz şên dibe, û bi deh hezaran hemwelatî, çi Kurd, Ereb, Siryan, Kildo-Asor, Çerkez, Ermen û Turkmen, File û Misilman têne ba hev û bi lihevkirineke biratî Nerozê pîroz dikin , rê li ber xwedî hişên teng, hişk û nijadperest, çavsoriya şovenîstan teng dibe, nemaze gava ala niştîmanî tête bilindkirin. Loma jî, rêzgirtin û parastina ev reng kombûn û govendên Newrozê, erk û ustibarê hemî hêz û kesa ye, Newroz jî hemiyan hembêz dike.
   Li dawî, hêjayî gotinê ye ku, ji Newroza par ta Newroza îsal 2011, sê xebatkarên newrozperest, ên di nav gel û tevgera Kurd de navdar , me wenda kirin, ew jî, serokê parta me mamoste Îsmaîl Umer, yek ji danerên yekemîn partiya siyasî bona Kurdên Sûriyê, mamoste Reşîd Hemo û Mam Ebdil-Xenî Biloriyan ê ku di ber gelê xwe yê Kurd de bêtirî 25 salan di girtîgeh û zîndanên Îranê de borandibû, emê bejna xwe li ber xebat û bîranîna wan û hemî camêr, xebatkar û pakrewanên tevgera azadîxwaz a Kurd bitewînin û şehîdê Newroza Şamê li sala 1986 -an Mehmed Emîn Silêman Adê bi bîra xwe bînin.
Bijî xebata gelê Kurd bona Aştî, Azadî û Wekheviyê.
Bijî Newroz û sersala we hemiyan pîroz .

18 .03 .2011

Komîta rêvebir ya
Parta Yekîtî ya Demokrat A Kurd li Sûriyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…