welateme

Hozan Girkunde

li te digerim
mişixtî me penaberim
li nêv mija şevên
tarîde.

Li beybana sêwî
Û xalîde
Li te digerim
Li çola te me
Sarim di lerizim
Bê ser û berim.
Li te digerim
Li wêneyên
Nîgaşên xewnan de
Di paxila kolan
Û peyvan de
Di damarên razên
Helbestan de
ji bona te
xweş perwerim.
Ji bona te alavim
An mehderim.
Li te digerim
Mîna sitêra
Dil darê asîmanê
Vîna te me
Mîna hêviyeke
Birîndar bendewarê
Dîdarîya te…

Diyar Ehmed

Hê ez zarok bûm û ta vê demê bavê min hê wê serpêhatiyê ji min re dibêjê , û herweha ji dost û nasên xwe re jî dobare dikê, destpê dikê û dibêjê: carekî mirovek ji êla me hebû,Şivaniya pezê axayekê kurd dikir,berî qewlê wî bi domahî bê, şivên ji axayê xwe re…

N.beyro

Jiyan ezmûneke taybete ji mirovên hi‏şmend û zana re .tenanet ew kesên jiyanê terxandikin ji bervaniya diber gel û milletê xwe de û kêş‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏‏a wan li ser milê xwe dihilgirin û xwe dibînin berpirsyarê belav kirina a‏‏ştî û azadiyê û wekheviyê,
Ev kes bê guman ezmûnê serkeftî bibûrînin û navê xwe biserfirazî li şûna xwe…

Di van rojên dawî de ji heyva gulanê, pirtûkek nû a çîrokan bi navê (Nameyek Ji Gorê: Çîrokin Ji Dîrokê), ji rex mamoste Abbas Îsmaîl ve li bajarê Qamişlo hatiye çap û belavkirin. Pirtûk xurû bi kurmanciya latînî ye, 25 çîrokan di nav 121 pelên orte de kom dike.
Dane rev koma çîrokên xwe wiha…

Yasîn Hisên
Amûdê

Wekî her kesekî ji welatekî ku wêran dibe, her roj ez jî li ber televizyona û serxwar li ser kompyotera xwe dixwazim kêlîk bi kêlîk binasim çi li welêt dibe. Gelo wê kengî bidawî bibe?
Duh, dîsa programa min î rojane destpê kir. Vê carê keça min ya temen çar salî di himbêza min…

Salar Elo

Qonaxa ku nuha em têde dijîn qonaxek pir giringe bo avakirina kesayetiya mirovê kurd yê paşerojê , û yek ji alavên serekî di avakirina kesayetiya kurdî de di vê qonaxê de ewe damezirandina sazî û yekîtî û sendîkên nemazebûyî ji nifşên civakê re yên cuda, ji ber ku rêcîma ba`as ev sazî û…

Gelî birêzan,
ji bo vexwendina Navenda PENa Kurd bo kongireyê We yî salane em silav û spasiyên xwe yî dilînî ji amadekar, xebatkar û beshdarên kongire re pêşkêş dikin.
Ji ber hin mercên taybetî mixabin me nikarî em îro werin, di kongireyê We de beshdar bibin, bi dîtina We sha bibin û di gengeshiyan de…

N: Beyro

Di nivîsandineke weke vê de pêwîste em rola kurda di arîkariya ermeniyên derdkêş bînin ser ziman,çimkî ev rol hêjaye xwendineke kûr û berketî. Gorî gotinên mamosta EBDUL EZÎZ YAMELKÎ ku li Enedolê hin ermenî mabin sax bê goman ew bi arîkariya kurdaye û ev arîkarî diyar dibe di hilwîsta gelek ji pêşîvanên…

Helbest: Mihemed Maxût (Muhammad Al-Maghut)
Werger ji erebî: Arşevê Oskan

Piştî xapandina demê û hevalên temen
Û daneşîna bi salan li mala min î biçûk
Ber bi tûtin, vexwarin, xwarin û sixêfan
Û kîna her tiştên ku bi netewê ve girêdayî
Mîna kîna Hitler ji Cihûyan.

Min evîna kesayetî û nijadê da ber topan
Û min soza avakirina kûrtirîn gor
Zindan û qamçiyên…

Mahmûd xelîl

Ka ezê ji xwendvanê heja,re çîroka hecî silo û zinar efndî bêjim.
Li gundekî bakurê kurdistan cotyarek hebû binavê hecî sleman lê gundya dibakiryê hecî silo.
Hecî silo,ême , Arê camêr, cotyarbû lê heme heme …aqlê wî zerîn bû … û.. gelek tişt ji hevdû derdixstin u nerîna wî hebû.
Kurê heci silo binavê zinar dihate nasîn.

Xwendina xwe a…