Silavname bo Kongireye salane yê KOMKAR – 2012

Gelî birêzan,
ji bo vexwendina Navenda PENa Kurd bo kongireyê We yî salane em silav û spasiyên xwe yî dilînî ji amadekar, xebatkar û beshdarên kongire re pêşkêş dikin.

Ji ber hin mercên taybetî mixabin me nikarî em îro werin, di kongireyê We de beshdar bibin, bi dîtina We sha bibin û di gengeshiyan de amade bibin, ji ber vê yekê em daxwaza lêbûrînê dikin û hêvî dikin, ku Hûn beshdariya me bi vê silavnameyê bipejirînin.
Rêxistina me, Navenda PENa Kurd, rêxistineke nivîskarî kurdistanî serbixwe ye, ya ku li ser qada navneteweyî ji bo parastin û bipêşvebirina ziman û wêjeya kurdî dixebite.
Endamên wê nivîskar, wergêr, rojnamevan û weşangêrên kurd ji hemû deverên Kurdistanê û li derveyî welêt in. Endamên me yî ne kurd jî hene, ew li sernaserê cihanê heval û dilsozên ziman û wêjeya me ne.
Navenda PENa Kurd endama Navenda PENa Navneteweyî ye, ya ku 147 PENên neteweyên din heta niha endamên wê ne.
Navenda PENa Navneteweyî li cihanê bi giştî ji bo parastina peyva azad, ji bo aştiyê, ji bo mafên zimanan, ji bo mafên jinê, û ji bo berdana wan nivîskaran ji zîndanan, yên ku ji ber derbirîna ramanên xwe di zîndanan de girtî ne, dixebite.

Gelî birêzan,
Yekîtiya Komeleyên Kurdistan – KOMKAR yek ji rêxistinên Kurdistanê yî sereke ye. Em bi xebata têkosherên wê gelekî serbilind in.
Vê dezgeha Kurdistanî ji roja damezrandina xwe ve bi ser hemû mercên dijwar de karî bê didilî xebata xwe berdewam bike.
Ev yek jî bi saya serê têkosherên welatparêz, yên ku di bin mercên jiyanê yî gelekî dijwar de vê xebatê berdewam dikin.
Em bi dilgermî dengên xwe didine van welatparêzên gelê xwe û bi wan re di yek helwestê de ne, ku baweriya me yî bê didilî bi mafên gelê kurd û berdewamiya xebata me wê bê chare me bigihêne armancên neteweya me ji bo welatekî azad û dêmokratî.
Em careke din spasiyên xwe ji bo vexwendinê dubare dikin, û ji kongire re seketinê dixwazin.

Navenda PENa Kurd
26.05.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…