Helbest u pexşan

Çiyayê Qeşê

Helbest: Mihemed Maxût (Muhammad Al-Maghut)
Werger ji erebî: Arşevê Oskan

Piştî xapandina demê û hevalên temen
Û daneşîna bi salan li mala min î biçûk
Ber bi tûtin, vexwarin, xwarin û sixêfan
Û kîna her tiştên ku bi netewê ve girêdayî

Mîna kîna Hitler ji Cihûyan.
Min evîna kesayetî û nijadê da ber topan
Û min soza avakirina kûrtirîn gor
Zindan û qamçiyên herî bi jan da
Sûxtekariya xwarin, vexwarin û dermanan
Hetanî ji bo zarok û seqetan jî.
Min pirtûk û pirtûkxane şewitandin
Wekî Nîronê Romayê
Min bazirganiya jahrên kîmawî
Û parastina diz û keleşan kir
Hemû derî li ber min vebûn
Êdî razan hetanî bi berbangê
Kole ji parastina min re peyda bûn
Serşoka min amade dikin
Organên laşê min zuha dikin
Taştiya min çêdikin û nenûkên min dibirin
Cilûbergên min li hev tînin.
Kumê min ji rengê baranê
Çakêtê min ji rengê ezman
Çenteyê min ji rengê buharê
Tizbiya min ji rengê payîzê
Berçavka min ji rengê asoyê
Pêlava min ji rengê helbestvan, xwendevan û rexnevanan.
Ligel ku … strana Feyrûz
Sirûda Mahmûd Xelîl Alhesrî
Dehê ku rîha min bilerizîne
Û hêsir rûyê min dinixumîne
Û ez li pênûs û kaxezekê digerim
Mîna pêdiviya dûmankêşekî.

23.05.12

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…