Qado Şêrîn
Bi gumana min, kiryarên Pyd li rojava encama zextên Pkk ne, bavê rûhanî yê pyd, çimkî, piştî 30 salî şer û şoreş û bi hezaran şehîd û bidestnexistina tiştekî, iflasa Pkk li tevaya Kurdistanê tekez dike, êdî hemû zext û hêza xwe xistiye ser pişta pyd daku hema li rojava hin maf û…
Ciwan Nebî
Êvar dadikeve odeya te, weke keçika te bi sînga te ve hildikişe_ tu haj xwe heyî?
Çendî hewl bidî tu ê nikarî bî vê kêlîkê bigrî, vê êvarê û ew destê xwe dirêj dike maseya te, kursiyê mîvanan û bi te re qehweyê vedixwe_ dest bi helbesta xwe dikî. Êvar hundurê te ji te dişo…
Qadir Egîd
Ferhengoka Bê Wate:
Di her pirtûkê de peyvine nû derbas dibin, û ji bo xwendevan di şîrovekirina van peyvên nû de nekeve şaşiyê de, her nivîser van gotinên ku hest dibe nû û biyan in, bi rengekî hêsan şîrove dike û wateya ku xwestiye bigihîne xwendevanê xwe dide xuyakirin.
Lê di pirtûka nav destê me de,…
Mihemed Ebdê
Wek em dizanin despêka şoreşên buhera Erebî ji kur dest pêkirbûn û ta bi kur, û her yek ji wan bi çi şêweyî bidawî bû?, Û piştgirîya dewletên cîhanê bi wan şoreşan re, ta ku ew şoreş bi ser ketin.
Lê mixabin!Îro em werin li ser rewşa şoreşa Sûrîyê bi axivin ta bi…
Mehmûd Bdilî
Dema te xwestin..
zeytûnên çavên te
bi nivişkê sibehan ve
daliqiyan
dema ristin tiliyên te
bayê xwîna te rapelikî hîrehîra kolanê
li ber notika pêngavên te
nasnameyê beravêt
û roka di paxila te de
dilê asoyê nikil dikir
xweska min zanîba keçê
çend mêrkuj di nav porê te de razayîne
xweska min naskiriba lêlê
çend zarokên şîrkuştî
di serxweşiya çiçikên te de
sûka bajarê giyan talan kirine.
5/6/2012
Dr. Ebdul Hekîm Beşar
Şoreşa Sûriyê derbasî heyva xwe ya (15) an bû û tevî giranî û mezinbûna qurbaniyan, ku jimara şehîdan ser (10) hezar şehîdan ket ye û herweha bi dehên hezarên girtiyan û pêre jî wêrana aborî. û tevî pêdariya şoreşgeran û berxwedana wan hê rijêma Sûriyê serdeste li ser piraniya xaka Sûriyê…
Yasîn Hisên
Amûdê
Belkî gotina (Niqurçk) nehatiba bîra me, lê seydayê Facebook ev qencî bi me kir û ev gotina xweş dîsa li me vegerand, ji lewra gelek kes hema bi yek kilîkê me diniqurçnin- ne bi quruncokan.
Ezê jî hinekî Amûdê bidim ber niqurçkan, lê destê min lê nagere ez quruncokan jê bidim.
Bajarê Amûdê, ev bajarê kevn…
Konê Reş
Festîvala Rewşenbîriya Soran
Di navbera serdana min a Kurdistanê eva nû (2012) an de û a dawî (2008)an de, pênc sal derbas bûne. Serdana min a pêşîn di sala 2006 an de bû, dema ku min beşdarî di festîvala (Bedirxaniyan) a sisyan de li Hewlêr kir. Serdana duwem di sala 2008 an de bû,…
Nivîs : Melevan Resûl
Bi helkefta salvegera 7mîn ya rewanpakiya şêx ; M ;Xezne , yaneya reşenbîrî di saziya zimanê kurdî de li Dêrika Hemko pêşangeha nîgarkêş Ebdila Xelîl li dar dixe , dilsoziya bi giyanê wî re pêşangeh di rojên 1-2-3-4 /6/2012 de berdewam dike .
Wêne û nîgarên wênesazî bi keval û tabloyên ranga…
Di vê dema ku rewşa welat gelekî xerab diçe û dem ji mere nîne ku em karibin bîna sira bayekî evînî bîn bikin?!. Ez van herdû helbestan weke bêhnvedana şoreşvanekî ji were pêşkêş dikim?!.
Lewend Dalînî
1. Mêkewa Min
Çi cara ku
Çavên dîlberê diketin,
Ber nîşana Tifinga
Min !
Dilê Min
Kor dibû!!!!!????
Û çi cara dilê dîlberê
Di kete ber qefta
Rima min!
Rim
Kuh…