DU HELBESTÊN EVÎNÎ

Di vê dema ku rewşa welat gelekî xerab diçe û dem ji mere nîne ku em karibin bîna sira bayekî evînî bîn bikin?!. Ez van herdû helbestan weke bêhnvedana şoreşvanekî ji were pêşkêş dikim?!.
Lewend Dalînî

1.  Mêkewa Min

Çi cara ku
Çavên dîlberê diketin,
Ber nîşana Tifinga
Min !
Dilê Min

Kor dibû!!!!!????
Û çi cara dilê dîlberê
Di kete ber qefta
Rima min!
Rim
Kuh dibû!!??

Çi cara
Mêkewa dilê yarê
Di ser davên min re
Dibûrî!
Kewê Minî ribat,
Lal dibû!!??

Û çi cara refê,
kevokên wê
Di peravên min re
Difirîn !
Nêçîrvan
Di xew de dima !!???

Çi cara memikên yarê
Di kefa mista min de,
Diketin lûs!
Jiyan ji şîr vedibû!?

Pêpelûkên sawîrê wê,
Çi cara di qûnaxên
Bêdengiya
Dilê min re dibûrîn!
Saz kok dibû!
Kok şîn dibû!!??

Û çi cara,
Bayê bêhna
Dêmên dîlberê
Di hingivî
Canê Min
Tayên Minî hişk
Kat didan !?

Lê dema meya herdû lêvên wê
Mênakê min;
Serxweş dikir????
Ramûsan bi min şêrîn dibûn;
Û di Laleş û tekîyên
Zeradeştîyan
De
Em herdû
Hembêzdibûn!!!!????

2. Dilê rêwingî negihişte lêvên te?

Dilê min di rêwingî ya xwe de,
Ji rêwingiya çemekî,
Dûrtir çûbû?
Ji beza Xezaleke zozana,
Xurtir çûbû?
Ji kûrbûna bîreke neftê,
Zêdetir çûbû?
Ji rêstina Sîmrekî li asîmanê hefta,
Ferehtir bûbû?
Lê;
Nîkarî bû bighêje,
Sînorê;
Dilê te,
Û
Ramûsanekê,
Ji lêvên te!?.

Şam, Adara 2012 an

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…