Ciwan Nebî
Êvar dadikeve odeya te, weke keçika te bi sînga te ve hildikişe_ tu haj xwe heyî?
Çendî hewl bidî tu ê nikarî bî vê kêlîkê bigrî, vê êvarê û ew destê xwe dirêj dike maseya te, kursiyê mîvanan û bi te re qehweyê vedixwe_ dest bi helbesta xwe dikî. Êvar hundurê te ji te dişo…