Pêwîstiya Hevkariyê

Salar Elo

Qonaxa ku nuha em têde dijîn qonaxek pir giringe bo avakirina kesayetiya mirovê kurd yê paşerojê , û yek ji alavên serekî di avakirina kesayetiya kurdî de di vê qonaxê de ewe damezirandina sazî û yekîtî û sendîkên nemazebûyî ji nifşên civakê re yên cuda, ji ber ku rêcîma ba`as ev sazî û yekîtî û sendîke li ser gelê kurd qedexe kiribûn , wisa di projeyê damezirandina çi saziyê de divê kes neyê piştguhkirin da ku proje wataya xweyî durist bistîne wek sazî , komîtên saziyê divê bi şêweyekî dîmoqrasî bên hilbijartin da ku bikaranîna şêweyê dîmoqrasî bibe bingehek di mejiyê mirovê kurd de yê paşerojê ,
lê damezirandina saziyekê di rewşên îro de bi pêwîstî hevkariyê ye , bi pêwîstî xebatek hevbeşe û hevdûgirtîye , divê ku em karibin nerînên hev bipijirînin , cudabûna rayan nabe berpêk li pêşiya damezirandina saziyekê , lêbelê cudabûna rayan projeya damezirandina evê saziyê dewlemendtir dikin eger em karibin navkokiyên xwe yên kesayetî li derve bihêlin û eger em karibin biryarên xwe bi şêweyekî dîmoqrasî di civînek giştî berfireh de bistînin bêyî piştguhkirina tu kesê ku ji mafê wane endametiya vê saziyê bigirin , li ser bingehên saziyan yên ku li seranserî dewletên cîhanê diyarin , di vî aliyî de giringe ji mere ku em vegerin kardîtinên dewletên pêşketî di warê saziyan de û em sûdê jê bigrin bi mebesta ku em li ser temezê kurdî pêkbînin digel biçavstandina taybetmendiya civaka kurdî , wek nimûne projeya damezirandina yekîtiya nivîserên kurd ya ku danûstandinek mezin û berfireh li ser çêbû lê mixabin tu encam neda , lêbelê navkokî di navbera hin nivîseran de pirtirbûn , birastî nivîserê kurd weku rewşenbîrekî di civakê de rolek giring di vê qonaxê de jê tê xwestin û pêve tê girêdan , parastina yekîtiya gelê kurd ew erkê pêşîye yê jê tê xwestin , digel beşdarbûna wî di çêkirina biryara netewî ya kurdî ya ku paşeroja gelê kurd li rojavayê kurdistanê li ser radiweste , ev erkên giring ku ji nivîseran tên xwestin di vê demê de , divê ku nivîser navkokiyên nav xwe derbaskin û li paş xwe bihêlin , û kongirekî giştî girêdin da ku yekîtiya xwe damezirînin , û biryarên xwe bi şêweyekî dîmoqrasî şaristanî bistînin , û wek min di pêşiya vê gotarê de anî ziman ku cudabûna rayan nabe pirsgirêk lê dibe alavê dewlemendkirinê digel ku yasayên yekîtiyê bi dengdanê bê nivîsandin , birastî karekî wisa mezin di rengê saziyan de wek yekîtiya nivîserên kurd bi pêwîstî hevkariyê ye ji hemû nivîserên kurd (yên bi zimanê kurdî dinivîsin û yên bi zimanê erebî) yên ku xwe berpirs dibînin di ber kêşeya gelê kurd de li rojavayê kurdistanê .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…