XEWN

 

  Hozan Girkunde

li te digerim
 mişixtî me penaberim
li nêv mija şevên

tarîde.
Li beybana   sêwî
Û xalîde
Li te digerim
Li çola te me
Sarim di lerizim
Bê ser û berim.
Li te digerim
Li wêneyên
Nîgaşên xewnan de
Di paxila kolan
Û peyvan de
Di damarên razên
Helbestan de
ji bona te
xweş perwerim.
Ji bona te alavim
An mehderim.
Li te digerim
Mîna sitêra
Dil darê asîmanê
Vîna te me
Mîna hêviyeke
Birîndar bendewarê
Dîdarîya te me
Ji lewra li devera
Raxistîme.
Li te digerim
Dil girtiyê dilê te me
Di şikeftên tarîde
Di bêrîkên kevran de
Hîna li te digerim.
Peynûsim an ximavim
Kaxez û peperim
Ez çîrokim ez dîrokim
Ez cihokim
Ji kanyê te di herikim
Pê nizanim bi ku de
Derim.
Li deştên te
Babîsokim
Bi ala te dixemilim
Ez sirûdim azadî me
Qet ji bo te
Venamirim.
Li te digerim
Xewnedarê pêjna te me
Ez rêwiyê doza te me
Perestê mihrab
Û kişwara te me
Berbanga êvar
Û sibehên te me.
Di eşqa te de
Ez mest û gêjim
Dîl û xemgînim
Ji rêça te venagerim
Li te digerim
Li te digerim 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…