welateme

Hejmara 48an ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin…
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Folklor, Lêkolîn, Çîrok, Helbestan û Reportaja kongerê jî bixwînin.
Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.

Naveroka hejmarê

Nerîn û Gotar:

– Gotina
kongera (HNRKS) … Ebdulbaqî Huseynî

– Gotina
Pênûsa Nû … Xorşîd Şûzî

– Gelo
kesê bikaribin evê tê bighîjin? (xeleka…

Merwan Berekat

Vedenga keçîniya hiş
Ji pêsîrên Zagros im
Di navika Dicle û Ferêt de
Hêvanê hebûna Kurdonîs
Pir ji mêj im

Mîxî bi min şewq da

Ji berî hîroglofî

Li ser sîngê latên Kurdoyalî

Mîna rojê diyar
im

Awaza bilûrên perestgehan

Ne tenê

Li ser mora Tîşopê rojperest

Zimanê Avista..

Berî wê jî

Yê bapîrê Birasoz

Yekcar pîroz im

Ne tenê keseke

Qamîş…

Perên tilûran…

Pênûsên xwedêwendan jî

Min
mêjandin

Bi teşiya…

Amer Çelik
Çavkaniyên dibêjin ku Şêx Adî bi nûjeniye xwe ya ola Êzidiyatiyê wê nûjeniyê Êzidiyatî gelekî nêzîkî ola Islamê kiriye. Ev gotin gelek dilxerabî li dorê peyde dike.
Her ciqasî bi dehê lêkolîn û gotarên zanistî li ser ola Kurdên Êzidî hatine weşandin ku diyar dike ola Êzidiyatiyê oleke kevnare, bi hezarên salan B.Z ê hatiye…

Konê Reş

Stranek pesin ji hikûmeta Kurdistana Federal re ku bi
partiyên siyasî re li hev kiriye û biryar dane ku (Referandûma Serxwebûna
Kurdistanê) were beyan kirin. Bêguman piştî referandûmê, serxwebûn e… Ew serxwebûn
ser xêrê be, pîroz û bimbarek be.
Silav û stranek
pesin ji xortên xwepêşandana protestokirin û şermezarkirina Sykes-Pîcot re li
bajarê Kolnê… Stranek evînê ji serxwebûnê re…..

Gulistan Awaz
Megrî dayê…miraran mebarîne…Tu yê tiliyênbûk û zavan ,hene bikî…Dergûşa neviyan biheyranokan bihejînî….

Aaax dayê….Stêrkên welatê min ji beyaniyê re tîrêjên royê dihûnin…Semayên azadiyê li ser sînoran..li siberojeke serbest ,dişopînin…Hêviyên xewneke bindest ji ciwaniyê re ,rêwî ne…û birînên dûûûr.. êdî besebila derman bibin…Megrî dayê….Rewanê zarokan ,deryayan jî westandine…û temenên bêguneh ,bi pêlan regovendê keseran…digerîninAaax dayê.

Mislim Şêx Hesen *
Bêdengiya civaka navdewletî li ser kiryar û êrişên hovane yên komara Tirkiyê ku li dirêjiya şeş heyvan bi hemû çekan bajar û sivilên Kurdan bombebaran dike û dişewitîne, û her wiha planên qirêj yên valakirina bajar û deverên Kurdî ji hemwelatiyên wê û ji dêvla wan kesên Ereb û Tirk bi cih…

Desteya Sernivîser
Weke ku tê zanîn, li 22ê Nîsanê, sala 1898an, li paytexta Misirê, karwanê rojnamegeriya kurdî bi destê nemir Miqdad Midhet Bedirxan bi rêket, û yekemîn rojnameya kurdî bi navê “Kurdistan” hate weşandin. “Kurdistan” li mişextiyê û dûrî welêt ji dayîk bû û ji ber astengiyên gelek û bê dawî, ew ji deverekê diçû yeke…

Mislim Şêx Hesen*
Piştî pênç sal ji qeyrana Sûriyê ya ku nîv melyonek kes li ser destên rêjîmê hatin kuştin û digel qasî wan girtî di girtingehên rêjîmê da ne, her wiha dazdeh melyon sûriyê li hemû aliyên cihanê jî bûne penaber e, ji bilî wêrankirin û rûxandina bîtirî bajarekî, lê mixabin ti çareserî li asoyê…

 
Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Herwekî tê zanîn, çêkirina rêzê (xet) destkefteka mezin a mirovan e. Gelê kurd jî di vê destkefta girîng de xwedan pişk û par e. Ji mêj ve rûniştvanên rêzeçiyayên Zagros û Toros nivîsîne û xwandine. Gorî belgeyên dîrokî û baweriya ziman-nasan , kurdan di dirêjaya dîrokê de ji bilî bikaranîna elifbê û…

Merwan Berekat
Ji çend salan ve, nemaze piştî ku şoreşa Sûriyê dest pêkir, li herêma Efrînê geşedan û tevgereke çalaktir di warê nivîsandina bi zimanê Kurdî de çêbûye. Têştê balkêş û berçav ew e, ku jina Kurd roleke zor hêja di vê geşedanê de dilîze. Bêguman, ev jî cihê serbilindî, şanazî û rêzgirtinê ye.Ji ber hin…