Helbest u pexşan

PEYVA ZIMÊN

Merwan Berekat
 
Vedenga keçîniya hiş
Ji pêsîrên Zagros im
Di navika Dicle û Ferêt de
Hêvanê hebûna Kurdonîs
                         Pir ji mêj im

Mîxî bi min şewq da

Ji berî hîroglofî

Li ser sîngê latên Kurdoyalî

                     Mîna rojê diyar
im

Awaza bilûrên perestgehan

Ne tenê

Li ser mora Tîşopê rojperest

Zimanê Avista..

Berî wê jî

Yê bapîrê Birasoz

                Yekcar pîroz im

Ne tenê keseke

Qamîş…

Perên tilûran…

Pênûsên xwedêwendan jî

                           Min
mêjandin

Bi teşiya min hatin ristin

Ne tenê çîroka Mem û Zînê

Pir destan û evsane

Gilgamêş û Kela Dumdumê

bi min herikîn

            Kaniyên nayabê

Ne tenê qewlê Zebûnî meksûr

Ax û av

Ba û agir jî bi min hatin gotin

                Dîroknîgar û jiyan
im… ez

 

Stêrk hilat

Lawên min çem derbaz kirin

Hîrodos wergêr xwestin

Dilsozên rastiyê ne şaş bûn

Diyarî dan Meryemê

        Bi min Yesûh li wê pîroz
kirin

Sînem mir..

      Feqê Teyran bi min qîriya

Çavên Deysem rijandin

Wî bi min axîn kir

Pir şox û şeng bû yara Cezîrî

Wî bi min bang dikir… Dîlber

Şêrînê dêmên xwe diqepirandin

                       Sîyabend bi
min hawar dikir

Pir tîr hatin min… hîn jî

Kaniya dêrîniyê zidî mam

Spas ji gewremirovên kardo re

Celadet yek ji wan

Xwedîderkevin li hawara min

Ne tenê ziman…

Giyan û hebûna we me jî… ez.

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…