DAYÊ

Gulistan Awaz
Megrî dayê…
miraran mebarîne…
Tu yê tiliyên
bûk û zavan ,hene bikî…
Dergûşa neviyan bi
heyranokan bihejînî….
Aaax dayê….
Stêrkên welatê min 
ji beyaniyê re 
tîrêjên royê dihûnin…
Semayên azadiyê 
li ser sînoran..
li siberojeke serbest ,dişopînin…
Hêviyên xewneke bindest 
ji ciwaniyê re ,rêwî ne…
û birînên dûûûr.. êdî bese
bila derman bibin…
Megrî dayê….
Rewanê zarokan ,
deryayan jî westandine…
û temenên bêguneh ,bi pêlan re
govendê keseran…digerînin
Aaax dayê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…

Mislim Şêx Hesen

 

Di demeke siyasî ya hestiyar de ku herêm tê re derbas dibe , û ligel zêdebûna pirsgirêkên herêmî û navneteweyî , Şanda Hevbeş a Kurd li Rojava hate avakirin û ragihandin ,û ev li ser bingeha encamên Konferansa Kurd, da ku daxwazên gelê kurd ku bi dehsalan têkoşînkirin ji…