Em (Sykes-Pîcot) Şermezar dikin û Referandûma Serxwebûnê Pîroz dikin

Konê Reş
 
Stranek pesin ji hikûmeta Kurdistana Federal re ku bi
partiyên siyasî re li hev kiriye û biryar dane ku (Referandûma Serxwebûna
Kurdistanê) were beyan kirin. Bêguman piştî referandûmê, serxwebûn e… Ew serxwebûn
ser xêrê be, pîroz û bimbarek be.
Silav û stranek
pesin ji xortên xwepêşandana protestokirin û şermezarkirina Sykes-Pîcot re li
bajarê Kolnê… Stranek evînê ji serxwebûnê re.. Silav ji ilim û zanînê re.. Ji
Kurdistanê re.. Kurdistana ku ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir
e.. Kurdistana ku me ji şînê
diparêze, geşbîniyê di hinavê me de diçîne..
Û hezar nefret li Sykes-Pîcot bibare.. Eva ku ji 100 salî ve bav û bapîrên me eş û jana wê kişandine.. Erê, va piştî 100 salî ji êş û jana wê, emê bibin dewlet.. Êdî nema xewin Ehmedê Xanî, bavê netewa Kurdî ji me re xeyal e:
Ez mame di hikmeta Xwdê de, Kurmanc di dewleta dine de
Aya biçi wechî mane mehrûm, bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xweda kemalat..
Pîroz be, va îro em bi hêz û vîna kurdperweran geşbînin û ji referandoma serxwebûnê re dilîlînin. Ev referandoma ku piştî 100 salî ji Sykes-Pîcot bi xurtî li dergehê dewletên cîhanê dixîne û dewletbûna Kurdistanê bûye nûçeya yekemîn di medya cîhanî de..
Pîroz be Kurdistaniyên hêja! Va careke din gotina Mîr Bedirxan (1802-1868) di warê pratik de li ser xaka Kurdistanê dibin rastî: Dîn dinê Xwedê ye, em tev birayên hev in… Û Misilman, Xiristyan û Êzdî tev bi hev re li Kurdistana azad bi şahî dijîn..
Pîroz be, va hawar û qîrîna Mîr Miqdad Bedirxan jî, bûye rastî:
Heyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolmendin, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te`ala paş niho her pazdeh rojade carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me`arîfeta bikim, li kûderê mirov die`lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa kurda bikim.
Mijde bo we va Sykes-Pîcot hilweşya, bi dawî hat û daxwazên Hacî Qadirê Koyî, bi cî hatin:
Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa dibine xerabe abad!
Enwa`î mîlel le gewre ta çûk
Xemilîwe memalîkî wekû bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û xeyb û `ar û bê deng..
 Ew serxwebûna ku Cegerxwîn dixwest êdî ne xewn e:
Ala rengî ta bi kengî dê li ser sînga me bî,
Lê divê ew serbilind bî, ser serayê berze bî.
Serxwebûn doza me ye, lê Pêşveçûn bo me divê.
Herne pêş, herne pêş, herne pêş..
Stranek pesin ji referandoma serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleta Kurdî re.. Nefret li Sykes-Pîcot bibare..
Kurdino werin! Werin em dengê xwe bidin dewletbûna Kurdistanê û vê derfeta zêrîn ji dest xwe bernedin.. Bela (Sykes-Pîcot)`yek din li talanê me nexîne û em li van rojên dîrokî poşman nebin.
 
Konê Reş
Qamişlo, 14.05.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…