Vejîna Kurd
Azarî, mîna solînên berfê, bi aramî
bi ser govdeya demê de dibare..
Sekeratên şahiyê yên ku ji gewriya
welatekî birîndar diherikin ser dêmên rojê û sirûdên koçberiyê yên ku her kêlîkekê li ser lêvên sînorên westiyayî dubare dibin giyanan berve beyabanên
bêzariyê dibezînin û çavên şevê nîvgirtî dihêlin..
Belê.. li welatê min kolanan stranên bêdengiyê li ezber kirine, deşt,…
Konê Reş
Silav û stranek pesin ji serokê herêma Kurdistanê re ku
(Referandûma Serxwebûna Kurdistanê) bi
lez dike.. Bêguman piştî referandûmê, serxwebûn e… Ew serxwebûn li ser xêrê
be, li gelê kurd pîroz û bimbarek be.
Stranek evînê
ji serxwebûnê re.. Silav ji ilim û zanînê re.. Ji Kurdistanê re.. Kurdistana ku
ji her gotinê mezintir e, ji her sînorî firehtir e…..
Narîn Omer
Li ser hestên tiliyên te…
helbesta jinan
bi deng û reng dibê
Bi pêlpêlokên…
dengê te re
dayîk zarokan
dirazînin.. û
çîroka te û malbate
mîna serêlî û payîzokan
ji wan re distirînin
Bi rengê canê te..
keçikên me
rengên kiras û xiftanan xemildar dikin
Navê te…
fena peyva evîniyê
di asoyên giyanê me de
semadariyê belav dikê
Gurzek evînî
…
Samî
Ehmed Namî
Di 21. 04. 1954 an de,
Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê, li bajarê Qamişlo hat
damezirandin.
Damezirênerên Civatê:
Mihemed Mela Ehmed, Samî
Mela Ehmed Namî, Evdilezîz Elî Evdê, Derwêş Mela Silêman, bûn.
Bernama Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê
1- Navê Civatê: Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên kurd li Sûriyê ye.
2-Civat, rêxistineke siyasî,…
Mihemdê Seyid Husên
Bê guman mirov
li ber xwe dikeve, nemaze ku hêj bîrlêkirina hozanî û zanistî dûrî desta ye,
tenha hewara me ma ye ku mezelê miriyan ji hestiyên ziman çanda yekgirtinê liba
bikî, li asteyekê mirov angoyî dimîne, gelo afrîdeyên wa karîzmatî ji civakê û
qûnaxê sirgûn bûne, bi yekcarî alavên ragihandina pêşketî rêya xwe bi wan
nexistine,…
Alwan Şivan
Qeftek ji hêvîyên
seridî
Li perava xemgînîya awirên
te
Eyenda welatekî azad
nîgardike
Refek ji gazinên tevizî
Li ber gure gure şepoleke
tagirtî
Payîzîya lêvên te elenda
welatekî razayî şîyardike
Kerîyek ji fermêskên betilîJi guvaştina ewrekî pinghayî Di zivistane çavên tede Çeperên welatekî kelûgirî asêdikinGaranek ji lavên sondayîLi berbanga kavilikê newêrek Kure kure girîyê tey dilşewatQedera welatekî sêwî bi xizim û malbat dikeMistek ji xwezîyên kedî Li diriyankên dê…
Xizan Şîlan
bêdengiya şevereşên şikestî
di
perdeya guhên min de
pistepist
e
telaşa
bayekî westiyayî
li êvarên
sergêj
wîzewîz e
asîmana
sayî
di
birîna gewriya xwe de
fetisî
heyv
gulebaran
bû
stêrk
rondikan
dibarînin
telpên
ewran
di kîn û
nefreta xwe de
diteqin
birûsk
xwîn
vedirişin
xilorîk
di hêrsa
xwe de
hatin
xwarê
rojên
sernerm
ji
kezebê dinalin
celadên
nûdem
di
neynika gola xwînê de
porê xwe
şe dikin
hesreta
yarê pêl bi pêl
li
qeraxên xewna min dikevin
di
havîngehên laşê xwe de
diqefilim
û
dicirifim
min
sirên
temenê herifî
ji dilê
xwe yê şeyda
veşartin
ez
ne rabirdûyê xwe me
ne jî pêşeroja xwe me
li nav toza striyên xemkêş
kêliya xwe dijîm
2011-11-21
Stockholm
Gulistan Awaz
Li şevbûhêrkeke berfane
raman ,
di kolanên hiş de
li peyvine revok digerî
daku
pertewên royê yê xewkirî
vebirûsin…
Hêviyên ku Li peravan
windabûne ,
di serî govenda stêrkan de
bigerînin…..
Xwînrijandina ku ji çar salan ve
diherike
bi tiliyên henekirî
rawestînin…
Hîîîn…
û hîn tîpên koçberiyê
birizînin ,
bişewtînin ,
binax bikin û
li ser sînorên westiyayî
yên kaaal bûne,
vegerê biçînin.
Qehreman Mer`an Axa
Kewê reben bû ye cihê dax û šermezarî yê , her dem wê werê ser nîšankirin di her rewšeka aloz de , ku gelê kurd tê re derbas dibe , lê gelo ….? wan kesên ku kewê perîšan dîl (êsîr) kirine di rekihê de , û ji xwere kirina metelok , ji xwe…
Bi
bone ya roja zimanê Kurdî,û bi beşdariya cemawerekî ji rewşenbîr û nivîskaran
,îro li navenda Welatê me li bajarê Dêrikê,şaxê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana
Sûriya sêmînarek li ser zimanê kurdî lidarxist,û tê de mamoste Mihemed Emîn
S`edûn li ser vê roja pîroz rawesteha û dîrok û rewşa zimanê Kurdî şîrovekir.
Paş
re mamoste Ehmed Sofî çend helbestên hilbijartî ji yê helbestvan…