Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriya

Samî
Ehmed Namî
 
Di 21. 04. 1954 an de,
Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê, li bajarê Qamişlo hat
damezirandin.
 
Damezirênerên Civatê:
 
Mihemed Mela Ehmed, Samî
Mela Ehmed Namî, Evdilezîz Elî Evdê, Derwêş Mela Silêman, bûn.

Bernama Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê
 
1- Navê Civatê: Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên kurd li Sûriyê ye.
2-Civat, rêxistineke siyasî, çandî û civakî ye.
3- Komîteya Navendî wê serkêşiya Civatê bikê.
4- Komîteya Navendî  ji çar hevalan pêk tê, ew jî ev in: Mihemed Mela Ehmed, Samî Mela Ehmed Namî, Evdilezîz Elî Evdê û Derwêş Mela Silêman.
Civat dê ji bo bicîanîn û bidestxistina:
5- Rizgarî û yekîtiya kurd û Kurdistanê.
6- Xebat bê kirin ji bo pêkanîna demokrasiyê, da bibe sedemê bidestxistina mafên kurdan yên netewî.
7- Xebat bê kirin ji bo rizgarkirina gelê kurd, ji zulm û zora empiryalîzmê û kevneperestiyê.
8- Di dibistanên kurdî de bikaranîna bernamekê ji bo xwendina bi zimanê kurdî û avakirina civatên kurdî yên civakî, çandî, folklorî û komeleyên werzişiyê.
9- Berhevkirina berhemên destnivîs yên rewşenbîrên kurd û kultûra kurdî, da bikaribin di pêşerojê de çap bikin.
10- Weşandina rojnameke kurdî, bi tîpên latînî.
11- Piştgiriya jinên kurd beramber nexweşiyên civakî û azadkirina wê ji wan nexweşiyên civakî û yên kewdeniyê.
12- Her kurdê ku bixwaze bibe endamê Civatê, diviyabû vê sûndê bixwe:
” Ez bi Yezdanê pak û dilovan û bi şerefa xwe û şerefa Kurdistanê sond dixwim ko bi dil û can bibim endamê Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriyê û bendên destûra wê bê kêmayî bi cî bînim û jê re fidakar bim ta roja dawî”.
13- Civat ji malikan tê ava kirin, her malikek ji sisê ta pênc endaman pêk tê, yek ji wan berpirsiyarê malikê ye û yek jê xiznedar e.
14- Malikên Civatê bi giştî xebata xwe di bin çavdêriya komîteya navendî ya Civatê de dikin.
15- Civînên malikan di heftiyê de carek e.
16- Her endamekî Civatê, di mehê de 25 qurûşê Sûrî mafê endametiya xwe dide xiznedar. Berpirsiyarê malikê wan pera bi rapora xwe ya mehane re, bo komîteya navendî bi rê dike.
17- Civînên komîteya navendî
komîteya navendî di mehê de carekê civînekê li dar dixe, di civînê de raporên malikan tên xwendin û belavokek tê weşandin. Eger pêwîstiyek hebe, dikare civînek din di nava mehê de li dar xîne.
 

Civata Xortan Û Partiya Demokrat a Kurd li Sûryê
 
Di 30 ê çirya paşîn a sala 1957an de, civînek li mala Dr. Ehmed Nafiz li Qamişlo çêbû, ji bilî Dr. Nûredîn Zaza û Mam Celal Talebanî, Samîyê Mela Ehmedê Namî û Derwêşê Mela Silêman beşdarî civînê bûn (Mihemedê Mela Ehmed hîna leşker bû, dîtina wî di wê dema kurt de pir dijwar bû). Mela Ehmedê Namî ji Civatê re wek palpişt û şêwirdar bû û bi navtêdana wî di wê civînê de, min û Derwêş biryara tevlîbûna Civata Yekîtiya Xortên Demokrat Ên Kurd Li Sûriyê di rêza Partiya Demokrat A Kurd li Sûriyê da. Û ji wê rojê ve Civata bû beşek ji Partiyê.
 
Samî Ehmed Namî
Stockholm. 2016.05.29
 
Çavkanî: Pirtûka Dîmenin Ji Dîroka Winda, Samî Mela Ehmed Namî,
APEK Tryck AB, Stockholm 2000.
—————- 
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…