Bizava hozan û bîrlêkirina ziman

Mihemdê Seyid Husên
 
 Bê guman mirov
li ber xwe dikeve, nemaze ku hêj bîrlêkirina hozanî û zanistî dûrî desta ye,
tenha hewara me ma ye ku mezelê miriyan ji hestiyên ziman çanda yekgirtinê liba
bikî, li asteyekê mirov angoyî dimîne, gelo afrîdeyên wa karîzmatî ji civakê û
qûnaxê sirgûn bûne, bi yekcarî alavên ragihandina pêşketî rêya xwe bi wan
nexistine, ango civak bixwe ji wan mişext çûye.

*  *  *

    Di encamê de herdû ji hev tengijîne, êca ku li ber destê padîşahê goristanê guftûgoya miriyan nekin, li ser destî gornepaşan hevdû haş nekin, di rêkeftin-nameyeke evra de, daxuyaniya derngmayî û şevnivistî neweşînin, li hawîrdorî masa girover gotebêja birayetiyê bi hev re nekin, û destguhêziya aştiyane bo serwatiyê, di hilbijartinê de bi parvenekin, lê çendî mixabiniye ku tenha mirî nayên guhertin, bi taybetî ku li vê redeyê zikê saxan ji hev dagitî ye, jehra kînê û rikberiya navxweyî rûdêm û henasên pêşerojê girravî kirine.

*  *  *

    Vêca ku serê min tê de here tucar evînê bi kînê naguherim, rikberiya zavê hoza wenda ya paşdemayî û sûravka perçebûnê, li şûnwarê yekrêziya hemdemî rêbaz nakim, diruşma keysebazan û bangewaziya pûçencam li şûna ala aştî û tenahiyê hilnadim, mîna teyrê baz dixwazim rizgar bifirim, li valahiya asoyan serbest birêsim, çiku mask û rekeh bêhna min diçikînin.

*  *  *

    Hewl didim ku kemend û zincîran bişikînim, hîletê min ji evîna zorzane ya gerdîşî û kilasîk diçî, mane we ez bê zabend hiştime, we nasnameya min ji mêj ve talan kiriye, we pelgnameyeke sor berdêliya wê daye min, pesteporta min jî bê vîza ye, paswan û qelawizên li ser sînor û peravan, min û hemî kesên ku kêşeya azadiyê didozînin, bê pirs û rêdan binçav dikin, we mîna meymûnê ku iyarê şêr kişandiye serê xwe li me kiriye, we bê sûc û guneh em kirine pirojeyê mirinê.

*  *  *

    Bê guman bo min xweş çesipe bûye, ku ne ji giringiya zimanê min yê netewî, nasnameya welatê min ya taybet û cudaxwaz bûna, ne ji sitratîjiya malbenda welatê min, ya cîyosiyasî û navendî li rojhilata naverast bûna, ku ne ji serjimara pir ya dezgeyên zendegî û dirameta serubinê zemînê gencîneya dewlemend bûna, bi serve jî ku pêşzanên kurd nûxwazên hemdemî ne şopandibana, berî her tiştî we zimanê me  talan nedikir, ewqasî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn.

*  *  *

   Lewma ji dilê evîndar her dibêjim zimanê dayikê min tu divê, min bo te ji berbanga pêkîna mirovaniyê ve nimêj kiriye, hemî pîj û kelem, tabî û çeper, bendav û çiyarêz, fêrmist û mawer, bexên gulîzaran, periyên bihuştê, firişteyên textê şahanî, xweşxane û sera, bergor û terqînê, serê me li hedan ne xistiye, herweku ez jî bi te ve bûme dirdirk.

*  *  *

    Gihame payîza temen, hest û newaziyên evînê, hêj li giyanê min dixuricin, bi dizî pelemarî rewan û agadariyên min dibin, reha min neşê ye ku wan di xwe de bê nasname veşêrim. Kurdistan lehenda şêran destegul evîna minî. xwênero, sîmbola evîndaran, pirzika ser zimanan, lehenga çîroka minî, bo wê zengilê dilê min bê rawestan û vewstan li çepikan dixînî, eger ku dîrok çavên xwe baştir vekî, ji temara derziyên mangê hişyar bibî, ji nû ve bîneriya xwe li ser dîrokfiroşan bi têrutesel bidî, serboriyên min û zimanê yara evra, bi pelge û çavkanî bibêje û bibilînî.

 

K. Çîk…15-5-2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…