«Jêrderyavanên Ehqafan» a Emel Elfaran bi kurdî hate weşandin

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê kurdî veguhezîne û hebûna çanda Siûdî di nav xwînerên kurd-ziman de bihêz bike, hate pêkanîn.

«Jêrderyavanên Ehqafan» yek ji wan romanan e ku cihê Emel Elfaran di qada çîroknivîsîya Siûdî de bihêz kiriye. Roman di sala 2016ê de ji aliyê Weşanxaneya Cedawil bo Weşandin, Werger û Belavkirinê ve hate çapkirin û balê gellek rexnegir û akademîsyenan kişand. Gellek lêkolîn û tezên zanîngehî roman ji alîyên cuda ve nirxandine, di nav wan de avahîya çîrokê, temsîlkirina cih û deverê, wêneya jinê û têkilîya navbera dîrok û xeyalkirinê di romanê de hene. Ev têkilî bû sedema ku berhem di nav romanên Siûdî yên ku balê lêkolîneran kişandine de cihê xwe bistîne, li gel ku di nav xwîneran de jî xwedî hebûnek berbiçav bû.

Roman navê xwe ji Ehqafan werdigire, ku herêmeke dîrokî ye û navê wê bi başûrê Girava Erebî ve girêdayî ye. Roman cîhana xwe ya çîrokî li ser bingehê hawîrdoreke herêmî ya dewlemend bi hûrgulîyan ava dike; li wir jiyana mirovî bi çolê, rêwîtîyên jêravî, bazirganî û têkilîyên civakî re têkildar dibe. Çîrok ji bîranîna dîrokî îlham digire û wê bi rêya karakterên xeyalî û bûyerên romanî ji nû ve ava dike. Emel Elfaran zimanekî çîrokî bi kar tîne ku cih û deverê pîroz dike û wê ji tenê paşxaneya erdnîgarî derdixe, da ku bibe beşeke çalak di pêşveçûna karakteran û bûyeran de. Ev taybetmendî balê gellek rexnegir û lêkolîneran di xwînerên wan de kişandiye.

Emel Elfaran yek ji wan dengên edebî yên Siûdî ye ku di navbera çîrok û romanê de xebitîye. Wê berê Xelata Şarceyê bo Afirîneriya Erebî bi romana xwe «Rûha Wê ya Xalxalkirî» wergirtîye. Herweha wê bi berhemên xwe yên edebî û beşdarbûna xwe ya çandî hebûna xwe di jiyana çandî ya Siûdî de domandiye. Di nivîsarên wê de têkilîyeke eşkere bi bikaranîna dîrok û hawîrdora herêmî di avakirina nivîsa romanî de heye.

Wergera kurdî ya «Jêrderyavanên Ehqafan» di çarçoveya projeyeke ku şeş berhemên Siûdî yên hilbijartî di warên roman, çîrok û lêkolînên fikrî de digire nav xwe tê. Proje dixebite ku van çapemenîyan bigihîne xwîner, zanîngeh, pirtûkxane û sazîyên çandî yên kurd-ziman, li gel ku di pêşangehên pirtûkan de li herêmê û Ewropayê jî beşdar bibe.

Ev werger gaveke nû ye di rêça danasîna romana Siûdî ya demkî de û cihêrengîya mijar û şêwazên wê yên hunerî nîşan dide. Herweha derfetê dide xwînerê kurd ku bi berhemekê nas bibe ku ji dîrok û hawîrdora herêmî ya Girava Erebî îlham digire û wê bi dîtineke çîrokî ku xeyalkirin û zanîna dîrokî bi hev re tîne pêşkêş dike. Ev hemû di çarçoveya projeyekê de ye ku danûstendina çandî ya navbera erebî û kurdî bihêz dike û hebûna edebiyata Siûdî di qada zimanî ya nû de fireh dike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmûd Abbas

Neteweyên Biçûk û Cihê Wan di Pergala Nû ya Cîhanê de

Di pergala nû ya cîhanê de، giraniya netewe û welatan êdî tenê bi firehiya erdnîgariyê، hejmara gel an mezinahiya hêza leşkerî nayê pîvan. Ceribandinên çend dehsalên dawî nîşan didin ku welatên biçûk dikarin bi rêxistina baş، veberhênana li mirov، avakirina aboriyeke…

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…