March 2009

Birêz Derwêş ê Derwêş Bi çavsorî hate cezakirin!!

Diho, roja yekşembê 22ê Avdarê, ji ber xebata wî di ber ziman û toreya kurdî de, ji ber xwedîderketina wî li zimanê dayika wî, nivîskar û zimanzanê kurd birêz Derwêş ê Derwêş ji bal dadgeha leşkeriya Qamişlo ve bi 3 meh zindan û 50 hizar pereyên Sûrî…

Seyid Feysel Muctevî

Malek mi divê ku bê qefes bitPir dar û gul û cihê nefes bit
Ma nabe bibit fireh mi tengîDevra mi bira û xizm û kes bit

Ma nabe siba mi bête nêzîEv taritîya şevê mi bes bit
Mafê mi çima dibîte bin pêPişta mi hemêşe bin refes bit
Bê xarin û zad û bê tenahîÇavê mi…

Demhat Dêrikî

Esmer!Çend şev ji şevekê zan û çend şevNavê xwe li ser dînatiya me kolan?Çend şev bûn şahidê cenga lêvên meÛ çend şev em di nava xwe de birinDemjimêrên ne qedexekirî?Esmerê,di hembêzên şevê te deEm dibûn du kes,du kesên nexwaz li welatê (şermê!)

Çîrokên şevên meLi kolanên qerçiyan digeriyanEm bûbûn gunehbar!Li mizgeftan ayetên sêdaran li me…

Ji bo cara yekemîn hunermendê kurd yê hest nazik, Şeyda tê Almanya û dibe mêvanê programa Newrozê ye komela kurdên sûrî ya Mindin, Şev li bajarê Hannover û li salona Maksînli dardikeve.
Agirê Newrozê dîsa geş dibe û şevek mûzîk û skêchên Kurdî li dardikeve bi beşdarbûna Hunermendan:
1: Şeyda
2. Brûsk Mihemed şêxo
3: Narîn Şêxê
4:…

Mîna her Sal û her dem, li her car Parcên Kurdistanê, û li her qûncikeke Cihanê kû Kurd lê di jin, bi şeweyên mezin û coşên Welatparêzê , bi lîlelîlên Bilbila û dilanên şêxanî, û stranên netewî, filklorî, evînî, gelê me yê Mêrxas şahiya xwe ya Netewî pîroz kirin.
Îro li Bajarê Dortmundê go ji aliyê…

Qadir Egîd

Durûvên matbûnê di kolana geş de digindirîn ta ji pirsa ku destê xwe mîna qamçîbazekî Ereb xistiye qirika min de birevin:
Keko.. Tê min wek van zarokan di cejna newrozê de li kolînka xwe bike û li kolanan bigerîne…? Wê tu kes xelata li me bigerîne?
Tê agirê newrozê geş bike û ez ê…

Êvara newrozê miletê kurd li seranserê bajar û bajarokên kurdî li Sûriya ahengên kêf û şahiyê li darxistin û Mûm li kolan û li şeqam û li ser xaniyan vêxistin ..
Her weha roja newrozê jî serê sibêde xelk bi sedan hezar derketin dervî bajar û gundan û aheng û dîlan û reqs û govend li…

Selah Beyro

Bê goman vê salê weku hmî salan kurdistanîyan xwe berhev kiribûn ji bo Pêşwezî kirin û gêrana aheng û şahîya bi helkefta cejna newrozê(cejna sersala kurdî) ya ji berî hezara ha sal ku Kawayê Hesin kar gelê kurd bivê cejina netewî xelat kiribû .
lewra dema peyva newroz û avdarê tê gotin,wêneyê…

sûad cegerxwîn

Avdara rengîn bi xoşewistî me hembêz dike ..Bêhna gula bi ser mede difûrîne ,xweza bi rengîn dike ,zemînê bi geya dixemilîne, gulên sor û zer vedjinîne ,dilê keç û xorta geş dike .Newroze ,cejne ,buhare dema nûjeniya sirûşta welatê me ye ,dema barkirina demên dijware ,dema hatina rojên nûne ,dema vejandina dila ye…

Nûşîn Hemê

Ji bo dayikên her sê mihemedan
Hewildanek ji bo derbirêna wan hestên birîndar .

De lorî mihemedino lorî

De lorî .
Lorî

Ezê landika mihemedên xwe bihejînim

Ezê dergoşe mihemedên xwe bihejînim

Di êvarên cejine de
Lorî mihemedo lorî

Ezê mûm û şemalikên mihemedên xwe yên vêxiste

Di kulanên Tara xerbêde geş bikim
Lorî mihemedo lorî

De lorî lorî kezeba min lorî

Ezê…