Xwîndarê….! nameyek ji buhiştê

Qadir Egîd

Durûvên matbûnê di kolana geş de digindirîn ta ji pirsa ku destê xwe mîna qamçîbazekî Ereb xistiye qirika min de birevin:
Keko.. Tê min wek van zarokan di cejna newrozê de li kolînka xwe bike û li kolanan bigerîne…?  Wê tu kes xelata li me bigerîne?

 Tê agirê newrozê geş bike û ez ê cilên rengîn li bejna xwe bikim; em ê jî wek wan li dora agirê xwe herin û werin û govendê ji stêr, çivîk û dilhejaran re li ser avê bigerînin..!
Di wê şeva berfîn de, destê birakê min ê şeş salî di nav destê min de bû û me li kolanên Qamişlokê temaşeya cejna sersala Filehên ku zelalbûna dengê defên wan ên ku gurmegurma gulleyan û fîzefîze seyareyên barkirina birîndaran  di ber re nedihat  dikir… Dema ku behsa  Newroza me dibû weke ku hinek destê xwe deynin ser dilê min,  xwêdan pê diket û teng dibû; di dilê xwe de dikeliya û digriya…
Piştî em têr westiyan, min berfa ku porê te yê zer nuxumandibû paqij dikir û berê xwe dida malê. Bi rê de, gelek caran te xwe bi destê min ve dadilqand ta ku bersiva pirsa ku dengê wê hîj li min zelal nebûye bidim, ez ji xewna xwe hişyar dibûm û bê ku ez mebesta te nas bikim min serê xwe bi lêguhdariyek derewîn dihejand.
Min dilê te nehişt…. Êvara Newroza me Şal û şapê ku noqa nazik zeft kiribûn, bêvîn tiliyên her kesî bi ber xwe ve dileqand û çepkên wan gur dikirin. Her gav te pirsa xwe dûbare dikir: wê kengî xelatên me werin. Min jî xwe nebihîstî dikir û desmala kesk û sor di serê govendê de bilindtir dikir.
……. Û xelata çavên te li hêviyê qerimî bûn hat.
Çepk sist bûn, ava çavan şelû bû, bihna buharê çikiya…
Dengê xirecirê,qêrînê, tiving û gulleyan hat…
Pif çira şahiyê kirin..Termê jiyanê li erdê rast kirin… Lîrelîra dayikan binax kirin… Û qîreqîra te bi esmanan xistin…
Qêrînên te li ser sînga min agirê newrozê  di dilê min de gur dike. ..Hêstirên te yên germ ku tev li xwîna min dibûn hêz didan min ta bi dev û diranan jiyanê zeft bikim, ez nizanim ew hêstir jî ên te bûn yan ên heyvê bûn!… Bihna destê te yê ku di xwîna min de avjenî kir  û te mîna mezinan di nav porê min de dibir û dianî roja sersal Filehan di mejiyê min de tev dida.. . Min ew bihin dikirin, bihna buharê, dê, heval, newroz û jiyanê  jê difûriya… Dêmên roja sersala Filehan  ji berfê sor bûbûn di sersala me de ji xwîna min sor bûne.
Û xelata te dayê…..!
Wê kî sibeha Newrozê xelata te bi giyanê xwe bipêçe û destê te ramûse. Nebêje kurê min vê salê min xelat nekir. Rast e min êvara Newrozê – ne wek her sal sibeha wê –  te xelat kir, lê min xelata îsal ji te re bi dara miradan ve ya ku qurma wê  li erdê û şaxên wê li esman şîn tên dalqandiye. Wê ev xelat  cihê xwe di jiyana te û her kesî de bigre.
Dayê,  Sibeha newrozê gelekî  li hêviya min nemînin, wê çavên we biqerimin û ez nayêm, ji ber ku ez ji êvara wê de li nav gul û çîçekan li hêviya we me. Min û her du Mihemedên cêwiyên xwe giyanên xwe li ser serê hemû Kurdan raxistiye ta ku Newroza xwe bi dilşadî biqedînin.
Dibêjin pêximberê me di meha Avdarê de cîhan ronî daye. Me jî di meha avdarê de cîhan ronî da. Pêximberê me bi hatina xwe û me jî bi çûna xwe. Her ku şehîdek ji me dikeve, rewanê wî li esman dalqandî dimîne ta ku jiyana we geş û xweş bike. Hemû Mihemedên Kurdan di meha avdarê bar kirine. Mele Mustefayê Berzanî – yê ku navê wî jî navekî Muhemed e – di destpêka avdarê de barkir ,Qazî Mihemed di dawiya wê de, û di ortê de bilbilê xemgîn Mihemed Şêxo. Di 12 avdarê de sê Mihemed hebûn û di 20 avdarê de sê Mihemed hebûn…..
Nizanim wê vê avdarê Mihemedin dî hebin yan na!
Her sê Mihemed
buhişta Xwedê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…